Saturday, December 26, 2009

Ji bo înfaza siyasî rûniştin

26/12/2009

Di operasyona li dijî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de ji kesên hatibûn binçavkirin jê 41 kes derxistin Dadgeha Amedê. 41 kesên ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet îfadeyên wan girtin, bi îdiaya "Di Rêveberiya Meclîsa Tirkiye ya KCK'ê de cih digirin" têne tawanbarkirin. Herwiha, Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê jî wekî "Navenda Civîna KCK'ê" hate nîşandan.
Di operasyona li dijî BDP'ê ku bi biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê li 11 bajaran pêk hat û zêdeyî 85 kesî hatin binçavkirin de 41 kes derxistin Dadgeha Amedê. 41 kesên ku di nav de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Cîgirê Serokê Giştî û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey, rêveber û şaredarên BDP'ê hene di serê sibê de sewqî dadgehê hatin kirin. Bi vê yekê re, li dora avahiya dadê ya Amedê polîsan derdora dadgehê dorpêç kir û ewlehiyeke fireh girtin.

BI ÇI TAWAMBAR IN?
Di operasyona li dijî BDP'ê de 35 kesên hatin binçavkirin û îro derxistin Dozgeriya Komarê ya Amedê, ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet îfadeya wan têne girtin. Îfadeyadayina 41 kesên ku duh di operasyona li dijî BDP'ê de bi biryara Serdozgerê Komarê ya Amedê ve hatin binçavkirin dest pê kir. Îfadeya 41 kesan ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet tê girtin. Di îfadedayinê de ji bo îfadeya her kesekî 3 parêzer amade bûn. Kesên îfadeya wan hatin girtin bi îdiaya "Di Rêveberiya Meclîsa Tirkiye ya KCK'e de cih digrin" hatin tawanbarkirin. Dozgerî ji bo Şaredarên BDP'ê jî bi îdîaya "Bi talimata rêxistinê bûne şaredar" tawanbar hatin tewambarkirin.
Her wiha guhdarkirina telefona derve û malê jî wekî delîl dan nîşan. Hate zanîn ku Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê wekî "Navenda Civîna KCK'ê" hate nîşandan û civînên şaredar û rêveberên DTP'a hate girtin ên ku li vir pêk hatine jî wekî sûc hate nirxandin. Dozgeriyê pirsên wekî "Çima hûn beşdarî Roj TV û merasimê cenazeyên HPG'iyan bûne hate pirsîn. Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê Prz. Selahattîn Çoban, diyar kir ku binçavkirin ne hiqûqî ye siyasî ye. Çoban, da zanîn ku ji ber der barê dosyaya wan de biryara veşariyê heye agahiyên sucdariyê bi dest nexistin. Çoban wiha got: “Di dema îfade girtinê de rewşên sosert derketin holê. Mînak Hatîp Dîcle Hevserokê KCD’ê ye, lê der barê KCD’ê tu tişt ji wî nehatine pirtîn. Der barê axaftinên wî yên ku beriya niha kirine de pirs jê hatine kirin. Pirsên der barê KCD’ê de jî ji Cigîrê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Muharrem Erbey hatine kirin.”

DERXISTIN DOZGERIYÊ
Di operasyona bi biryara Dozgerê Komarê yê Amedê de ji kesên hatibûn binçavkirin piştî 35 kes derxistin pêşberî dadgehê 6 kesên din jî derxistin û hêjmara kesên derxistin pêşberî dadgehê derket 41'an. Kesên ku niha li Dozgeriya Komarê Îfadeya wan hatin girtin wiha ne: Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Serokê DTP'a Amedê yê berê Firat Anli, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharem Erbey, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Yaşar Sari, Şaredarê Farqînê Fîkret Kaya, Parêzerê Baroyê Servet Ozen, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pirsûse Etem Şahîn, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn, Şaredarê Êlihê yê berê Huseyin Kalkan, Endamê Meclîsa Şaredariya Êlihê Bedriye Aydin, Şaredara Dêrsimê ya berê Songul Erol Abdîl, Şaredarê Erxenî yê berê Nadîr Bîngol, xebatkarê BDP'ê Cebraîl Kurt, aktîvîsta DOKH'ê Sakine Kayran, Emine Esmer, Sabahat Onar, Cîhan Ekîn, Koordînatorê Rojeva Herêmî 21 Fethî Suvarî, siyasetmedar Ramazan Debe, Rêveberê Şaxa GOÇ-DER'ê ya Amedê Abbas Çelîk, Endamê DTP'a hate girtin Adîl Erkek, Rêveberê DTP'î Aydin Kiliç, Îlyas Saglam û xebatkara Meclîsa Jinê Gulîzar Akor, Rêveberê Şaxa GOÇ-DER'ê ya Êlihê Selamet Akyuz, Nesrin Kiliç, Rifat Başaran, Endamê Meclîsa Şaredariya Êlihê Şîrîn Bagli, Rêveberê DTP'î Nurhayat Ustundag, Yaşar Çelîk û Takîbe Turgay. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment