Tuesday, December 29, 2009

Ji bo şaredarên xwe rûdinin

29/12/2009

Karkerên Sendîkaya Genel Îş'ê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP’ê dê hefteyekê li Şaredariya Êlihê rojê saetekê dest ji kar berdin û çalakiya rûniştinê pêk bînin. Qurdelayên reş bi wesayitan hatin vekirin. Karkerên Şaredariya Peyasa Amedê jî bi heman mebestê dest ji kar berda.
Karkerên Sendîkaya Genel Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê yên li Şaredariya Êlihê dixebitin bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, dê hefteyekê rojê saetekê dest ji kar berdin û li ber Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Sendîqaya Genel Îş'ê yê Êlihê Halîs Yakut, diyar kir ku Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî di nav de 23 kesên hatin girtin bi awayekî bêdadî hatine girtin. Yakut, bi bîr cxist ku sûcdariya li Atalay tê kirin ji ber ku di sala 2006'an de dema ku Serokwezîr Erdogan hatiye Amedê bûyer derketibûn û wiha got: "Heke helwest û bertekên gel bibin sedama girtina kesekî, li Êlihê gel îro jî çalakiyan li dar dixe. Armanca vê çalakiyê jî ew e ku 'Em vîna xwe dixwazin, em şaredarê xwe dixwazin.' Em hêvîdarin ku dad dê vê daxwaza gelê Êlihê li ber çavan bigire û Şaredarê me û hevalên wî berdin." Yakut, destnîşan kir ku dê di nava hefteyekê de her roj çalakiyên xwe bidomînin û wiha domand: "Em dê îro heta hefteyekê her roj saet di 08.00 û 09.00'an de dest ji kar berdin û bi armanca şermezarkirinê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Em bang li derdorên bihestiyar û eleqedar dikin ku dest ji girtina vîna gel berdin. Em wekî gelê Êlihê heya Şaredarê me Nejdet Atalay tê berdan, em ê bi wesayît û kargehên xwe ve alên reş pê ve bikin."
Her wiha li tevahiya bajar, ji bo protestokirina operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd qurdelayên reş bi wesayitan hatin vekirin.

LI PEYASÊ ÇALAKÎ
Karkerên Peyasa Amedê jî bi heman mebestê dest ji kar berda û girtina siyasetmedarên kurd protesto kir. Karkerên rêxistinkirî yên Sendîkaya Genel-Îş’ê ji bo 4 saetan dest ji kar berda û ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Amedê Sadik Demîr anî ziman ku dozger bi talîmata hikûmeta AKP’ê tevdigerin û got ku şaredar bi awayekî derqanûnî hatine girtin. Nûnerê sendîkayê yê kar Tahsîn Yaraşir jî diyar ku di nava 15 rojan de geşedanên girîng pêk hatine û dewlet dixwaze kurdan derî siyasetê bike.

HER ROJ DÊ RÛNIN
Karkeran anî ziman ku ew ê heta şaredarên wan serbest tên berdan çalakiyên xwe bidomînin û her roj saet di 12.30’ê de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. ÊLIH - AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment