Friday, December 25, 2009

Ji Lîsteya Goran piştgirî


25/12/2009

Parlamenter û şaredarên DTP'a hatî girtin bi rayedarên Lîsteya Guran ya di bin Serokatiya Noşîrvan Mistefa de hatine cem hev. Perlamanterên Lîsteya Goran girtina DTP'ê bi tundî şermezar kirin û piştgirî dan DTP'yiyan.
Serdanên heyeta ji şaredar û parlamenterên DTP'a hatî girtin berdewam dike. Heyet li Hotela Çarçira ya Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat. Di hevdîtina parlamenterên Lîsteya Goran a di bin Serokatiya Noşîrvan Mistefa de Peyman Abdûlkerîn, Ednan Osman û Kardo Mihemed re pêk hatî de li ser mijarên siyasî yên di rojê de danûstandina agahiyan pêk hat. Perlamanter Sevahîr Bayndindr li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê rawestiya û der barê girtina DTP'ê de nirxandin kirin. Perlamanterên Lîsteya Goran Adnan Osman girtina DTP'ê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku hem wekî perlamanter û hem jî wekî kurdek erk dikeve sermilê wan ku piştgîriya DTP'ê bikin. Osman ji BDP'ê re jî serkeftin xwest.
Her wiha Perlamantera Lîsteya Goran Kardo Mihemed jî da zanîn ku ew rol û xebata DTP'ê nêzîk ve dişopîne û wiha got: "Rola ku DTP'ê lîstî gelek girîn û bi nirx e." Perlamanter Peyman Abdûlkerîn jî girtina DTP'ê wekî girtina rêyên li pêşiya pêngavên çareseriyê nirxand. HEWLÊR

No comments:

Post a Comment