Thursday, December 24, 2009

Meclîsa BDP'ê ya Wan, Amed û Stenbolê Arinç şermezar kirin

Meclîsa BDP'ê ya Wan, Amed û Stenbolê Arinç şermezar kirin
Meclîsa Jinê ya BDP' ya Wanê, Stenbolê û Amedê, helwesta Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a li dijî Hevseroka DTP'ê ya hate girtin Emîne Ayna, şermezar kirin û diyar kirin ku Arinç bi van gotinan kesayetiya xwe bi nav kiriye. Jinan anî ziman ku gotina Arinç li hemberî hemû jinên kurd hatiye kirin.

Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Wanê daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bulenç Arinç a li Îzîmîrê ya li dijî Hevseroka Emîne DTP'ê ya hate girtin Emîne Ayna, şermezar kirin. Meclîsa Jinê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê li hev kom bûn dowîzên ''Gotina Arinç ji bo hemû jinên kurd hatiye kirin", "Dujminê jinê berdevkê AKP Bulent", "Kem aydî xwediyê gotinê ye" û "Nêzîkatiya jinê nêzîkatiya aştiyê ye" vekirin û dirûşmeya "Bimre Arinç" berz kirin. Li ser navê jinan Berdevka Meclîsa Jinê ya BDP'a wanê Berîvan Elter, diyar kir ku helwesta berdevkê Hikûmeta AKP'ê Arinç berdewama feraseta AKP'ê ye û hebûna kurdan azadiya kurdên qebûl nakin. Elter, da zanîn ku Arinç, bi gotinên xwe yên nerm neheqî li Emîne Ayna kiriye û di şexsê Ayna de nehewî li hemû jinên kurd kiriye. Elter, wiha got: "Arinç, vîna jinên kurd e. Ji aliyê gelê kurd ve hatiye hilbijartin. Bi neheqiya li hemberî Emîne Ayna, kesayetiya xwe derxistiye holê û xwe daye naskirin. Arinç di şexsê Ayna de neheqî li hemû jinên kurd û fikra jinên kurd kiriye." Elter, da zanîn ku êdî jina kurd qet koletiyê û serdestiyê qebûl nake û tê li hemberî êrîşên li dijî xwe têbikoşe.
Jinan piştî daxuyaniyê bi çepikan Arinç şermezar kir.

Li Stenbolê jî Meclîsa Jinê ya BDP'ê Arinç şermezar kir

Li Stenbolê jî Meclîsa Jinê ya BDP'ê helwesta Bulenç Arinç bi awayekî tund şermezar kir. Jinan li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di civînê de Endam û nûnerên ESP, Kolektîfa Feminîstên Sosyalist, Ji bo aştiyê Jinan a Ji bo Aştiyê Înîsiyatifa Jinê amade bûn.
Di civînê de Hevseroka Rêxistina DTP'a Stenbolê ya hate girtin Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku gotina li dijî Emîne Ayna feraseta zilamê nîjadperest e û bi awayekî tund şermezar kir. Kiliçgun, ani ziman ku Arinç di şexsê Ayna de li hemû jinên siyasedmedar neheqî kiriye û wiha got: "Êv feraseta zilamê nîjadperest û desthilatdar e. Feraseta ku her dim dixwaze jin bindest be. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin."

Meclîsa Jinê ya Amedê jî xwest Arinç ji Ayna lêborîna xwe bixwaze

Meclîsa Jinê ya Amedê jî li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê Arinç şermezar kirin û xwestin Arinç lêborîna xwe ji Ayna bixwaze. Di civîna ku gelek jin beşdar bûn de Berdevka Meclîsa DTP'ê ya berê Fatma Kaşan daxuyanî xwend. Kaşan, diyar kir ku li dijî Ayna lînca siyasî hatiye destpêkirin. Kaşan, helwesta Arinç rexne kir û wiha got: "Arinç hat Amedê hêstirên timsahan rişandiye û piştî çû Manîsa jî gotina 'Armanca me tasfiyekirina vîna gelê kurd e' bikar anî. Li ser kurdan polîsên baş û qirab dilizin. Divê Arinç di demek nêzîk de lêborîna xwe ji Ayna bixwaze."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment