Saturday, December 26, 2009

Zaman û Tarafê şîfreyên operasyonê dabûn

26/12/2009

Operasyona li dijî BDP'ê ji aliyê 2 rojnameyên berdevkên AKP'ê ve hatibû ragihandin. Rojnameya Zamanê ku di demên dawî de bi nûçeyên radigîhîne siyaseta legal a kurdan wekî hedef nîşan dide, êrîşên li hemberî kurdan rewa dike. Li aliyê din rjnameya Tarafê jî ji bo rûyê xwe veşêre bi riya nivîskarê xwe Onder Aytaç heman wezîfeyê dike. Aytaç 2 hefteyan berî niha di quncika xwe de bi gotina, "Ji ber ku operasyona li hemberî KCK'ê hate rawestadin çalakî çê dibin. Ji bo çalakî rawestin lazim e operasyon dizûtirîn demê de bê destpêkirin" siyasetmedarên kurd wekî hedf nîşan dabûn.
Ji nivîskarê Rojnameya Tarafê Onder Aytaç jî, di 14'ê kanûnê de bi sernavê "Ergenekona Kurd û 'Ocalanê kûr'" nivîs nivîsîbû de gotibû "Dibe ku hind parlementerên DTP'î û yên KCK'ê, ji bo berê ciwanan bidin çalakiyan wekî 'Hevkariyek ketî' ya di paxila Ergenekonê bi hev re dixebitin. Gotina Turk a; 'Çav û guhê kurdan li Îmraliyê, Îmrali noqteya aştiya civakî ya esasiye' û ya Ayna a wekî 'Hewldan li vir qediane' ku di heman xêzê de hatin cem hev, gelo ji heman cihan gef li wan hatin xwarin? Di rêbertiya Baydemîr de ku herî kêm nêviyê 98 şaredar di nav de heman nêrîn vegotin, ji bo wan jî heman gef hatiye kirin? DTP ku li gorî îstatîstikên kurdan ên li Tirkiyeyê ji 3'yan yekê kêm tir temsîl dike, ji 3 yan 2 ji wan jî bi zorê wekî alîkar nîşan didin?" Aytaç, bi van nirxandinan siyasetmedarên kurd wekî hedef nîşan dabûn.
Rojnameya Zamanê ku piştî operasyona meha nîsanê, li gel hîna ne diyar bû kê îdîanameya endamên DTP'ê amadekirine jî şemayek weşandibû û numareyên telefonên endamên DTP'ê wekî ku bi şîfrebin nîşan dabû û îdîakiribû ku "Dê sûîqast li Fethullah Gulen bikirana"jî, piştî operasyona dun di analîza ku kiribû de nirxandina "Operasyon dê siyasetmedarên kurd rehet bike" kêfxweşiya xwe anîbû ziman. Rojnameya ev nîrxandinên ku armanca operasyonê vedibêje raxist berçavan: "Kesên ku di operasyona dawî de hatine binçavkirin ên girîng in. Navên ku karin bajar û navçeyan bi rê ve bibin in. Hind ji wan bi rêbazên hişt derketibûn holê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk ku li Amedê civiyan û daxwaza 'xweseriyê' kiribû yek ji wan e. Diclê ku di sala 1991'an de bi Leyle Zana re li Meclîsê bi kurdî sûnd xwarin, piştî biryara girtina DTP'ê Enqerê şermezar kir. Kesên ku çalakiyên kuçeyan diparêzin û armanca wan astengkirina hewldana demokratîk e ne hindik in." STENBOL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment