Friday, December 25, 2009

Ege bû hêlîna lînca li dijî kurdan


25/12/2009

Hewldana demokratîk a AKP'ê ku ev 5 mehe berdewam dike li Herêma Egeyê bû hewildana lînckirina gelê kurd. Di nav 5 mehan de li tevahiya bajarên Egeyê lîncên li dijî kurdan pêk hatin û pêla şovenîzm û nijadperestiyê li dijî kurdan hate bilindkirin. Hewildana lîncê ya bi êrîşa li dijî konvoya DTP'ê derket asta herî jor, bi şewitandina avahiyê DTP'ê, serdagirtina malên kurdan û birîndarkirina hemwelatiyên kurd dom kir.
Di nav 5 mehan de li tevahiya bajarok, navçe û bajarên Herêma Egeyê vahiyên DTP'ê bi dehan caran rastî êrîşan hatin, di ser malên kurdan de hate girtin û kurd li kuçeyan rastî lîncê hatin. Lîncên li navçeya Torbaliya Îzmîrê destpêkirin, di nav demek kin de bi daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, Berdevkê Hikûmetê Cemîl Çîçek û serokên partiyên muhalefetê belav bû. Di encama van daxuyaniyan de di 22'ê mijdarê de li hemberî konvoya DTP'ê êrîş pêk hat. Di êrîşêde 10 kes birîndar bûn û hasarek mezina ya madî pêk hat. Piştî bûyeran ji ber pêla şovenîzmê nîqaşa "Îzmîra Faşîst" derket holê. Piştî 22'yê mijdarê avahiya Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê 3 caran rastî êrîşa bi kevir hat. Molotofkokteyl avêtin Rêxistina DTP'ê ya navçeya Çîgliyê û di êrîşan de hasara madî pêk hat. Meşa Şaxa ÎHD'ê ya Şaxa Îzmîrê ya bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ku her sal tê kirin li hemberî provokasyonê hate betalkirin. Kesên çûyîn Şaxa ÎHD'ê endamên komeleyê bi mirinê tehdît kirin. Ligel van tevan derbarê êrîşkaran de tu muameleyên fermî nehatin kirin.

LI HER DERÊ LÎNC
Di encama êrîşa di 1'ê cotmehê de li Bajaroka Altinovaya navçeya Edremîta Balikesîrê pêk hatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê pêla şovenîzmê hate bilindkirin û li hemberî malên kurdan êrîş hatin destpêkirin. di encama êrîşan de avahiya DTP'ê rastî êrîşê hat û hasara madî derket holê. Di êrîşan de gelek kurd birîndar bûn. Di 29'ê cotmehê de komek nijadperestên tirk êrîş birin ser avahiya DTP'ê. Di 6'ê hezîranê de jî li hemberî avahiyên navçeyên Edremît û Burhaniyeya Balikesîrê êrîş pêk hatibûn.
Di 5'ê cotmehê de li hemberî dawletek kurdan il Manîseyê êrîş pêk hat. Biboneya stranên kurdî hatin gotin nijadperestên tirk bi sorkirina wezîfedaran jî bi çekan di ser mala dahwetê de girtin. Di encama êrîşê de 50 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên malbatên xwediyên dahwetê Ramazan Ugraş û Sultan Bîter anîn ziman ku polîsan pêşiyê di ser dahwetê de girtiye û ligel vê yekê êrîşa nijadperestan jî hatiye organîzekirin. Her wiha di 16'ê hezîranê de kesekê bi tûpê amade kirî xwest li hemberî avahiya DTP'ê ya Manîsayê êrîş pêk anî.

ÊRÎŞ ÊDÎ RÛTÎN BÛN
Li Muglayê jî êrîşên li hemberî kurdan zêde bûn û li ser vê yekê êrîş hatin organîzekirin. Di nav salekê de li navçeyên Bodrum, Marmarîs, Mîlas û Fethiyeyê li hemberî avahiyên DTP'ê êrîş pêk hatin. Herî dawî Rêxistina DTP'ê ya Mîlasê di 13'ê kanûnê de êrîşa bi molotof kokteylî pêk hat. Di encama êrîşê de xasara madî pêk hat. Li Denîzliyê jî di 25'ê mijdarê de li hemberî DTP'ê li kuçeyan êrîş pêk hatin. Di necama êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Honaza Denîzliyê jî kurd rastî êrîşê hatin û gelek kurd birîndar bûn. Di 11'ê kanûnê de jî avahiya DTP'ê ya Denîzliyê rastî êrîşê hat.
Li tevahiya bajarên din jî êrîşên li hemberî kurdan berdewam kir. Xwendekarên Zanîngeha Kocatepeya Afyonê di 9'ê kanûnê de êrîşek pêk hat. Di encama êrîşa vegeriya l încê de ligel giliya xwendekaran jî polîsan tiştek nekir. Di 23'yê hezîranê de jî li Bajaroka Serîka Antalyayê gundiyên derdorê di ser 7 malên kurdan de girtin û bi neçarî malbat vegeriyan Êlihê. ÎZMÎR - DÎHA

No comments:

Post a Comment