28/12/2009 |
|
AMED - TZPKurdî, bi armanca balê bikşine ser qedexekirina kurdî ya li girtîgehan qamapanyaya nameyên kurdî ji bo tevahîya girtîgehên li girtîgehên Tirkiyeyê dabû dest pêkirin. Di çarçoveya qamapanayayê de li Amedê bi hezaran nameyên kurdî ji bo girtigehan hatin şandin. Nûnerên TZPKurdî li ber Postexaneya Mezin a Amedê hatin cem hev û ji bo girtiyên li girtîgehên Amedê hezar nameyên bi kurdî şandin. Li ber Postexanê Serokê Gişti yê Kurdî-Der'ê Remzî Azîzoglu, daxuyaniyek da çapameniyê. Azîzoglu, diyar kir ku hej jî siyasetmedarên kurd ji ber ku kurdî axiftine rastî lêpirsinan tên û ev yek li girtîgeha jî didome. Azîzoglu, ani ziman ku li ser kurdî hej zext didomin û ji bo ku balê bikişinin ser vê yekê, ji bo sersalê bo hemû girtiyan dê nameyên kurdî bikşinin, Piştî daxuniyê name ji bo girtiyan hate şandin. © Azadiya Welat |
|
Monday, December 28, 2009
Li dijî qedexekirinê nameyên bi kurdî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment