Tuesday, December 22, 2009

PARTIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ - BDP RÊXISTINÊN XWE YÊN NAVÇEYAN VEDIKE


PARTIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ - BDP RÊXISTINÊN XWE YÊN NAVÇEYAN VEDIKE

Partiya Aştî û Demokrasiyê li navçeya Amedê Licê bi merasîmekê hat vekirin.

Bi sedan kes li pêşiya navenda çandê ya Aziz Ferdi Akay hatin cem hev sloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin û heta ber avahiya BDPê  meşiyan.

Di navê de şaredara Licê Fikriye Aytin jî bi tevlîbûna sedan kesî avahiya rêxistina navçê hat vekirin.

Piştî vekirina avahiyê serokê rêxistrina navçê ya BDPa Licê Murat Atagün axivî, got partiyên siyasî îradeya azad a gel temsîl dikin û nerazîbûna xwe ji girtina partiyan anî ziman.

Li navçeya Çewligê Kanîreşê jî merasîma vekirina avahiya rêxistina navçê hebû.

Serokê berê yê DTPa bajêr Mahmut Bozan, serokê rêxistina navçê yê berê yê DTPê Zeki Fırat, şaredar Ferit Çelik û serokê rêxistina bajêr a BDPa Çewlikê Niyazi Azak jî di navê de bi sedan kes beşdarî merasîma vekirinê bûn.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment