Tuesday, December 29, 2009

'Operasyon hewldana tasfiyekirina kurdan e'

29/12/2009

AMED - Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, têkildarî operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan diyar kir bi navkirina "Operasyona KCK" vê operasyona li dijî şeredar û BDP'ê rewa dikin. Komên Aştiyê anîn ziman ku bi vê yekê dixwazin tevgêra kurdan tasfiye bikin.

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, têkildarî operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan bertekên tund nîşan dan û oprasyon şermezar kirin. Komên Aştiyê bi daxuyaniyek nivîskî, armanca operasyonê nirxand û destnîşan kir ku bi navkirina "Operasyona KCK" vê operasyona li dijî şeredar û BDP'ê rewa dikin. Komên Aştiyê di daxuyaniyê dewiha got: "Bi vê operasyonê dixwazin tevgêra kurdan tasfiye bikin. Bi operasyona 14'ê nîsanê xwestin DTP'ê bêhêz bikin. Bi operasyona 24'ê kanûnê jî xwestin bi girtina hilbijêr û vîna gel hêviyên gel bişkînin. BDP, saziyên sivîl û rêxistinên kurdan, dê vê êrîşa pişaftin û tesfiyekirinê qebûl nekin. Bi gotina "Operasyona KCK'ê ye" operasyona li dijî tevgêrên kurdan meşrû dikin û dixwazin xebatên hilbijêr û nûnerên ku bi vîna gel hatine hilbijartin asteng bikin. Hikûmeta AKP'ê di pêvajoya hewildana çareseriyê de kurd û vîna kurdan li dervê çareseriyê hiştine û dixwaze pirsgirêkê bêyî kurdan çareser bikin. Bi girtina DTP'ê û girantirkirina mercên Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan ku kurdan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl kiriye û herî dawî jî bi girtina şaredar û siyasetmedarên kurd dixwaze xebatên kuran ên demokratîk û aştiyê asteng bikin û dixwazin kurtan tasfiye bikin." Komên Aştiyê di berdewama daxuyaniyê de da bal kişandin ser mercên vegerê jî û wiha gotin: "Ji bo ku ji Qandîl û Maxmûrê veger dest pê bikin, divê berî her tiştî şert û merc bêne avakirin. Lê li şûna şert û mercan ava bikin, li dijî vê yekê mercan girantir dikin û astengiyan zêde dikin. Ji bo veger dest pê bike, divê rê li pêşiya siyasetê vekin û pêvajoyek demokratîk dest pêbikin."


© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment