Sunday, December 27, 2009

Hêviya penaberan şikiya

27/12/2009

Koordînatora Îdarî ya Piştevaniya Penaberan Piril Erçoban diyar kir ku nêzîkatiya civakê ya li hemberî penaberan, karê wan zehmetir dike û her wiha anî ziman ku ziyên dewletê jî piştgiriyê nadin wan.
Komeleya Piştevaniya Penaberan a Îzmîrê ku di sala 2008’an de hatiye avakirin, der barê pirsigêkên penaberan de xebatan cur bi cur dimeşînin. Komeleya ku ji bo piştgiriya penaberan hatiye avakirin bi xebatkarên dilsoz ev du sal e xizmetê dide. Mîsyona komeleyê ya esas ev e ku ji bo penaberan xebatên hiqûqî û civakî bimeşînin. Komele bi vê xebata xwe hedef dike ku şert û mercên jiyana penaberan hêsan bikin. Koordînatora Komeleyê Piril Erçoban got ku mixabin piştgiriyeke têr nagirin.
Erçoban der barê xebatên komeleyê de axivî û diyar kir ku ji bo ku xebatên xwe bimeşînin ji STK, şaredarî û saziyên dewletê piştgirî xwestine. Erçoban wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wekî komeleyê ne komeleyeke mezinin. Fînansa me têr nake. Lê em xwe di vî warî de wekî polîsê trafîkê dibînin. Penabarên ku serî li me didin em wan dişînin saziyên tekildar.”

‘HEWLDANA ME JI BO WAN E’
Erçoban di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû hewldanên wan ji bo mafê penaberane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenduristî, perwerde û cih mafê herî esas yên mirovane. Ji ber wê ev maf ji bo penaberan jî derbas dare. Penaber vî welatî nizanin. Ji ber vê jî ne mumkune ku van mafên xwe bidest bixînin. Ji ber vê divê em di vê mijarê de piştgiriyê bidin wan. Divê em vê travmaya wan kêm bikin. Li Îzmîrê nêzî 2 sed penaber qeykirîne.

‘KARÊ ME ZEHMETIR DIBE’
Erçoban balkişand ser rewşa penaberan û bi lêv kir ku ji bo penaberan dizaynkirina qanûnî tuneye û wiha berdewam kir: “Mixabin Tirkiye ji bilî kesên ku ji Ewropayê tên, wekî penaber nabîne. Di warê qanûnî de tu dizaynkirin tuneye. Ji ber ku der barê vê de hewldaneke tune karê me jî zehmetir dibe.”

‘NAYÊN DERMANKIRIN’
Erçoban da zanîn pirsgirêka herî mezin a penaberan pirsgirêka tenduristiyê ye û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka tenduristiyê ya penaberan mezine. Ji bo penebarên qeydkirî ‘kaxiza îkametgahê’ heye. Ji bo 6 mehan divê 300 TL razînin. Dema ku vê nedin ev dibe faîz.
Ev kesana bi giştî 3-4 salan tenê dikarin li vir bijîn. Di vê rewşê de 3-4 hezar TL divê razinîn. Eger vê jî nedin tu mafê wan nayê dayîn. Ji ber vê dema ku penaberek nexweş dikeve serî li weqfan didin û em bersîvê didin hewcedariyên wan.”

CIVAK NEWEKHEVIYÊ DIKE
Erçoban balkişand ser civakê û diyar kir ku civak penaberan qebûl nakin û wiha got: “Ev nêrîna civakê xebatên me jî dikin tengasiyê. Mînak penaberek ji bo tiştkî alîkariyê ji welatiyan dixwaze. Lê gelê me lê dixeyîdin û wî qebûl nakin. Yanî naxwazin alîkariyê bidinê. Ev helwesteke ne baş e.”ÎZMÎR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment