Thursday, December 31, 2009

Bi berxwedanê serfirazî pêk tê

31/12/2009

Nerazîbûnên li hemberî girtina siyasetmedar û şaredarên kurd berdewam dike. Li Êlih, Riha, Erzirom, Mêrdîn, Colemêrg, M êrsîn, Wan, Stenbol û Amedê bi daxuyanî, meş û serdanan girtina siyasetmedarên kurd bi tundî hate şermezarkirin û hate xwestin ku AKP dawiyê li zordariyên li hemberî kurdan bîne.
ÊLIH: Endamên Sendîqaya Genel-Îş'ê ya Êlihê û endamên Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Êlihê bi armanca şermezarkirina girtina Şaredar Nejdet Atalay çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Karker û karmendan anîn ziman ku heta Atalay serbest tê berdan dê çalakiyên xwe bi berfirehî bidomînin. Her wiha Odeya Avasazên Înşîatê, Odeya Endezyaran, Odeya Endezyarên Jeolojiyê, Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Kîmyayê û Odeya Endezyarên Nexşeyê daxuyaniyek hevapr dan û bi tundî girtina nûnerên kurdan şermezar kirin.
RIHA: Li Navçeya Wêranşara Rihayê jî bi armanca şermezarkirina zordariyan li hewşa şaredariyê kon hate vekirin û çalakiya birçîbûnê ya rojekê hate lidarxistin. Li kon wêneyên Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn û Serokê DTP'a hatî girtina ya Wêranşarê hatin daliqandin.
ERZIROM: Li navçeya Qarayaziya Erziromê jî girseyek mezin li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê daxuyaniyek da çapemenyiê. Serokê Rêxistina DTP'ê ya berê Suat Tutkun, operasyona li hemberî BDP'ê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku tu cara nvan operasyon û êrîşan qebûl nakin.
MÊRDÎN: Li Qosera Mêrdînê jî nêzî hezar û 500 beşdarî vekirina avahiya BDP'ê bûn û operasyona li dijî BDP'ê şermezar kirin. Girseya li ber BDP'ê li hev kom bûn, pankarta "Êrîşên li dijî vîna gelê kurd a azad nayê qebûlkirin" vekir û dowîzên "Hûn nikarin dest vîna me bidin", "Êrîş me bêzar nakin" rakirin. Di vekirinê de navê kesên hatine girtin hatin xwendin. Piştî meşê 5 deqîqeyan li ber Şaredariya Qoserê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.
COLEMÊRG: Li Geverê jî endam û rêveberên Tum Bel Sen û Genel Îş'ê li ber Şaredariya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê BDP'ê yê Geverê Vahît Şahînoglu, Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr û şaredariyê, KURDÎ-DER, KESK, DÎSK jî amade bûn.
MÊRSÎN: Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê operasyon şermezar kir. Daxuyaniya ku endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk amade bûn pankarta "Dest vina min nedin, Ji Muharrem Erbey re azadî" vekir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez, daxuyanî xwend û diyar kir ku êdî li Tirkiyeye têkoşîna parazvanê mafê mirovan jî suc e.
STENBOL: Li Stenbolê jî endam û nûnerên Vakfa Lêkolîna Mafên Civakê (TOHAV) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ber Lîseya Galatasaray li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser nave parêzeran Taylan Tanay, xwest girtî serbest bêne berdan û êrîşa didome bi dawî bibe. Parêzer piştre çûn serdana BDP’a Stenbolê
AMED: Li Amedê jî bertekên li dijî operasyona BDP'ê û girtina şaredar û parêzvanên mafên mirovan didomin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin û zextên li ser komelê şermezarkirin.
WAN: Li Qerqeliyê, li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê hate li dar xistin. Şaredarê Qerqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP'a Qerqeliyê Allahverdî Çelîkok, endamên Meclîsa Giştî a bajar jî di nav de komek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Şaredarê Qerqeliyê Murat Durmaz, diyar kir ku projeya ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, projeya qedandinê ye.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment