Monday, December 14, 2009

‘Girtina DTP’ê îdama kurdan e’


14/12/2009

Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)'ê diyar dike, ku bi avêtina hucra mirinê ya Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ev polîtîkaya nû jî bi kurtasî wiha bi nav kir: "Dibêjin Eger ez nikaribim, wan bixapînim, mijûl bikim, parçe bikim, ez ê zextê li wan bikim, biperçiqînim û tune bikim. Girtina DTP'ê, encameke vê polîtîkayê ye."
Di daxuyaniya KCK'ê de tê destnîşankirin, biryara ku Dadgeha Makeqanûnê bi yekdengî daye îdameke siyasî û qir kirine û wiha dewam dike: "Girtina DTP'ê girtina partiyek ji rêzê nîn e. Ev tê vê wateyê ku dibêjin ez nasnameya azad, îradeya wan û mafê jiyanek bi rûmet ji bi milyonan Kurdên ku dengê xwe dane vê partiyê nas nakim. Îdama siyasî û qirkirina siyasî ev e. Bi awayekî zelal derketiye holê ku, polîtîkaya pêşîvekirinê ya AKP'ê plana tasfiyeyê ye, ew ê rê nedin tu şexs û saziyên kurdan temsîl dikin, ew ê bi tu awayî wan muxetab negire. Dîsa aşkera bûye ku sîstema Tirkiyeyê û qanûnên kurdên ku teslîmî wan nabe bi tu awayî qebûl nake."

‘BERPIRSIYAR AKP YE’
KCK’ê anî ziman, sedemên Makeqanûn ji bo girtinê rave kirine jî, gişt derewên ku ji bo serê vê rastiyê bigire hatine hilbijratin in. Mînaka partiya Herî Batasûna jî, rêbazek şerê psîkolojîk yê ji bo şêlokirina mejiyê girseyan e. Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser helwesta AKP'ê ya berî û piştî girtinê û tê gotin, xwediyê esasî yê vê îdama siyasî AKP bi xwe ye. Ew çi bikin jî, wê nikaribin xwe ji vê rastiyê rizgar bikin.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê her wiha bersiv da ew kesên ku dixwazin li nerazîbûnên gel ên li dijî êrîşên dewleta tirk weke terorîzm û şidet bi nav dikin jî û ev tiştî anîn ziman: "Li dijî avêtina hucra mirinê ya Rêber Apo û biryara girtina partiya ku bi milyonan kesî dengê xwe dane, bila tu kes li bendê nebin ku kurd di cihê xwe de bêdeng rûne û weke berxekî stûyê xwe dirêjî ber kêrê bike. Gelê me wê doza hebûnê, berxwedanê, heta daxwazên wan ên maqûl bi cih were wê dewam bike. Ji bo vê yekê jî gelê me wê tu astengiyan nas neke û xwe her tim biparêze." KCK'ê got, ji bo qebûlkirina vê plana tesfiyeyê, maskeyên hin rewşenbîr û nivîskarên sexte jî ketiye xwarê. Ev helwesta wan ya ku ji polîtîkayên qetilkirinê re li çepikan dide û nerazîbûna gel a li dijî van jî wek terorîzm nîşan dide, wê tu carî neyê qebûlkirin.

HELWESTEKE BI PÎVAN
Di daxuyaniyê de, biryara vekişandina ji meclîsê ya DTP'ê jî weke helwestek bi prensîb tê nirxandin û wiha dewam dike: "DTP, di jiyana têkoşîna xwe ya kin de, ji bo temsîlkirina kurdan xwedî cihek girîng e. Li dijî girtinê, biryara vekişandina DTP'ê di cih de ye û helwestek bi prensîb e. Ev helwest ji fikr, raman û daxwazên gelê kurd, yên di nava serhildanê de ne re, bûye tercuman. Gelê me yê dengê xwe daye DTP'ê her tim rave kiriye ku ew ji çareseriyeke demokratîk û aştiyeke rastî re amade ye. Lê belê, bi helwesta xwe jî rave kiriye ku ew li dijî îdama siyasî bê alternatîf nîn in, bi siyaseta înkarê ya AKP'ê û dewleta tirk dê tu car neyên xapandin."

BANGA JI BO GEL
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê serhildanên ku gelê kurd bilind kirine jî silav kir. Bang li gel kir, ku bi hêzek hê xurt Rêbertiya xwe, parlamenterên xwe biparêzin, meclîsên xwe yên demokratîk bi rêxistin bikin û serhildanên xwe jî bilindtir bikin. KCK her wiha bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî dike, da ku li wezîfe û berpirsiyariyên xwe bîne cih. Di daxuyaniyê de tê gotin, kurdên ku heta niha di serî de AKP, li cem partiyên sistemê cih girtine, divê vê dijminahiya van partiyan a li dijî kurdên azad bibînin, ji wan îstifa bikin û ji bo xwe û gelê xwe têbikoşin. BEHDÎNAN / ANF

No comments:

Post a Comment