Friday, December 18, 2009

WEZÎR ATALAY MIKUR HAT


18/12/2009

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay li beşeke terora dewletê ya li ser kurdan mikur hat. Her çiqas waliyê Mûşê digot Turan Bîlen esnaf e, Atalay got ‘cerdevanê dewletê ye’ û di encama terora 27 rojan ya li ser gelê kurd de hezar û 562 kes hatine binçavkirin

ATALAY: TURAN BÎLEN CERDEVAN E
Wezîrê Karên Hundir yê Dewleta Tirk Beşîr Atalay di civîna çapemeniyê de berovajî gotinên waliyê Mûşê got Turan Bîlenê ku gule li gel barandiye cerdevan e. Bi vî rengî careke din derket holê ku çapemeniya tirk bûyera Bîlen ku weke nerazîbûna esnafekî nîşan dida û digot dikana wî şewitandine, derew in. Atalay got armanca wan tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

HEZAR Û 562 KESÎ BINÇAV KIRINE
Atalay di nava gotinên xwe de nîşaneyên terora dewletê vedibêjin jî dan û îtiraf kir ku ji 20’ê mijdarê heta niha hezar û 562 kes hatine binçavkirin. Ji wan 363 kes hatine girtin. Atalay ji bo ciwan û zarokên ku li hemberî zilma hêzên dewletê dadikevin kolanan û pêşengiya serhildana gelê kurd dikin jî gotinên derî aqilan gotin û bi awayekî tehdîtwarî axivî.

BÎLEN BI YEŞÎL RE JÎ XEBITIYE
Paşeroja Turan Bîlenê ku li navçeya Kopê ya Mûşê bû sedema qetilkirina 2 kesan û birîndarkirina 8 kesan, gelekî tarî ye. Bîlen, di salên 1992-93'yan de di nav sazûmankariya cerdevaniya bidizî ango kontrgerîla ku ji hêla Serokwezîra demê Tansu Çîller ve hatibû amadekirin de, cih girtiye. Bîlen, heta li cem Mahmud Yildirimê bi navê kod Yeşîl re xebitiye.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment