Tuesday, December 15, 2009

YÎK'ê girtina DTP'ê şermezar kir

YÎK'ê girtina DTP'ê şermezar kir
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan (YÎK) girtina DTP'ê şermezarkir. YÎK'ê yek ji partiyên herî nêzîkî AKP'ê tê nasîn girtina DTP'ê wek derbeya ji pêngava çareseriya gelê kurd li Tirkiya yê binav dike. Ligel vê yekê hêj KDP, YNK û Hikumeta Herêma Kurdistanê bêden dimîne.

Her ku diçe piştgîriyên DTP'ê zêdedibin. Li herêma Kurdistana Federal, Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan (YÎK), ku wekî partiya herî nêzîkî AKP'ê tê nasîn girtina DTP'ê bi daxuyaniyekê şermezar kir. YÎK di daxuyaniya xwe de girtina DTP'ê wekî derbeya ji pêngava çareseriya gelê kurd li Tirkiya binav dike.
Çavdêrek siyasî ku nexwest navê xwe aşkera bike li hember bêdengiyên KDP, YNK û Hikumeta Herêma got: "KDP û YNK li benda hatina heyetek Tirkiya yê ne. Ji bo Herêma Kurdistanê û ji ber berjeweniyên xwe jî bo Tirkan tengezar nekin siyaseta bêdengiyê bikar tînin. Serokatiya Herêmê jî tenê jiber şermê xemgîniya xwe li hember girtina DTP'ê aniye ziman, lê girtin şermezar nekiriye."

'Ji ber siyaseta îmha û înkarê Pirsgirêka Kurdan bi dirêjiya dîroka komarê Tirkiya xwîn jê tê'

Di daxuyaniya YÎK' de wiha hate gotin: "Em li benê bûn ku hewl û pêngava siyaseta vekirinê, bi arasteya çareseiya aştiyane ji bo gelê kurd bi lez tir bi be. Lê mixabin xebera girtina DTP'ê ji aliyê Dgeha Makezagonê ya Tirkiya hat îlan kirin. Pirsgirêka kurd bi dirêjiya dîroka komarê Tirkiya xwîn jê tê. Ev yek jî bi sedema siyaseta îmha û înkara ne naskirina kurdan dom kiriye û nehatiye çareser kirin."

YÎK'ê ji xebata aştianeya DTP'ê serkeftin xwest

YÎK'ê di berdewama daxuyaniyê de peyamek ji DTP'iyan re şand û wih dom kir: "Em wek YÎK'ê ji bilî sersaxiyê ji gelê kurd, em ji Tirkiye û rayedarên DTP'ê dixwazîn girtina DTP'ê nekin sedema dawî lêanîna tekoşîna aştiyê. Pêwîste xebatên xwe yên têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin. Heya ku serkeftina yek carî ya îradeya aştî û bi dest xistina mafên gelê kurd li Kurdistana Tirkiye yê berdewam bin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment