Monday, December 21, 2009

80 sal in polîtîkaya aboriya yekdest tê meşandin


21/12/2009

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di civîna "Hewldana çareseriya li dijî gemerdêriyê (Tekel) û tevlêbûna demokratîk" de li bersiva pirsa "Li dijî xwezaya hilberîna newekhev a pergala kapîtalîst, pergalek aboriyê pêkan e?" geriyan û tespîtên girîng kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku li herêmê 80 sal e polîtîkayên aboriya yekdest tê meşandin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, diyar kir ku pêdiviya 15 hezar malbatan bi erzaqên bingehîn heye. Baydemîr, anî ziman ku ji sedî 70 çavkaniyên ji bajaran re têne şandin ji aliyê Walîtî, Qeymeyam û Midûriyetên Polîsan ve tene xerçkirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di çarçoveya "Hewldana çareseriya li dijî gemerdêriyê û tevlêbûna demokratîk" li Salona Resepsiyona Sumerbankê ya Amedê de bi siyasetmedar, aborînas, nivîskar, pisporên rêveberiya herêmî re civîna xwe domandin. Di civînê de li ser pirsgirêkên herêmê yên aboriyê tesbîtên girîng hatin kirin. Civîna ku di rûniştina yekem de "Ji duh heta îro polîtîkayên aboriyê" hatin nîqaşkirin, di rûniştina duyem de "Li dijî xwezaya hilberîna newekhev a pergala kapîtalîst, pergalek aboriyê pêkan e?" û "Heyamên bingehîn ên beşdariya aboriyê çi ne?", "Teşeyê mulkiyeta komî dibe ku bibe destpêk?", "Bêdatiya mezin dibe, bêyî ku ne li benda çavkaniya newekhev be, tê çareserkirin?", "Sazkirina hilberîn û têkiliyen karbeşiya modelên kooperatîfan" hatin nîqaşkirin. Di nîqaşa îro de jî dê rewşa aboriya herêmê bêne meşandin.

15 HEZAR MALBAT
Di 2'yemîn rûniştina civînê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr diyar kir ku li gorî lêkolîna Komeleya Sarmaşik tenê li Amedê bêdiviyên 15 hezar malbatan bi erzaqên bingehîn heye. Baydemîr, anî ziman ku ji bo pirsgirêka aboriyê çareser bikin di nava hewildanan dene. Baydemîr, anî ziman ku her bajar mezin dibe û kalîteya xizmetê zêde dibe, hêjmara kesên xizan jî pir dibe. Baydemîr, xizaniya bajêr wekî bablîsokekê nirxand û wiha got: "Em ji bo xweşikbûna hemû bajêr wekî Sumer Park û Park Ormanan çêdikin. Her wiha bihayê avahiyên derdore jî zêde dibin. Ji ber vê yekê welatiyên rewşa wan nebaş nikarin li vir bi cih bibin û diçin li malên derdorên bajêr bi cih dibin. Ji ber ku bajar mezin dibe û markezên mezin têne avakirin, dikanên biçûk zirarê dikin. Ev yek bi xwe re xizaniyê tîne. Aliyek dewlemend dibe, aliyek xizan dibe." Baydemîr, destnîşan kir ku li herêmê 80 sale polîtîkaya yekdest têmeşandin û armanca vê polîtîkaya aboriyê xizankirina herêmê ye.

BIRCÊN AMEDÊ
Baydemîr, xwest ku dema kolektîvîzm tê niqaşkirin divê ber bi navendiyê ev neçe û li dijî navendiyê parazvaniya herêmê bê kirin. Baydemîr, bal kişand ser Projeya Piştgirya Civakî (SODES) û wiha dom kir: "Dema em berê xwe didin ramezeniyên majaran ji sedî 70'e çavkaniyan ji aliyê Walîtî, Qeymeqam û Midûriyetên polîsan ve tên bikar anîn. Lê divê ev yek ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bêne bikar anîn. Diştên ku di 80 salî de nehat kirin, şaredariya me di 11 salan de kir. Me birsc û bedenên sûrê parast. Ji ber ku di Sûrên Amedê de potensiyela Çînê veşartiye. Lê ji ber polîtîkayên hikûmetê ev yek nakeve jiyanê.

KRÎZA ABORÎ...
Endamê Partiya Keskan a Tirkiye Doç Dr. Ahmet Yildirim jî diyar kir ku du setemê qeyrana cîhanê heye û wiha axivî: "Li cîhanê krîza aborî û ekolojîk heye. Herdu krîz hevdû kûr dikin û mezin dikin. Krîza aborî xizaniyê, xizani jî li ser xwezayê hikum dike." Pisparê Polîtîkayên Civakî Aysun Sayin, jî da zanîn ku bingehê gotinên "Wekheviya firsetê" bê tijîkirin pêkane ku xebatên çareseriya pirsgirêkan pêk were. Sayin, xwest ku Ajansê Pêşketinê û Bernameyên Hîbeyên YE'ê baş bêne nirxandin û cudakariya razemeniya navbera bajar û herêman ji halê bê rakirin.
Alg Doç. Dr. Zeynep Gambetî, jî çavderiyên xwe yên Porto-Alegra, Amerîkaya Latînî û welatên cîhanê pêşkêş kirin. Gambetî, destnîşan kir ku li herêmê patansiyelek girîng heye û ji bo potansiyela çavkaniyan divê baş û rast bê nirxandin.
Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Şemsa Ozar Baydemîr jî daxuyand ku hîn li kopîtalîzm li herêmê baş bi cih nebûye û wiha got: "Kurd bi kapîtalîzmê re hatine zeliqandin. Li gorî lêkolînan, malbatên kurd tenê bi hilberînên xwe nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê diçin rojava û bi tebatên derve debara xwe dikin. Dema em li vê rewşê dinerin em dibînin ku neoliberalizm xwe li ser karkerên kurdan dide jiyandin. Ji ber ku êdî karkerên kurd ji bo debara xwe bikin neçar dimînin muhtacîwan bibin." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment