Monday, December 21, 2009

‘Tu kes nikare gelê kurd tune bike’


21/12/2009

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê li Êlihê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin û dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Komên Çareseriya Demokatîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê, li Salona Edîp Solmaz a Mala Gel a Şeredariyê beşdarî civîna gel bûn. Di civînê de endamên komên aştiyê Mehmet Şerîf Gençdal, Mustafa Ayhan, Nurettîn Turgut û Zehra Tunç ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşma “Ocalan”, “PKK gel e gel li vir e”, “Şehît namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Êrîş me bêzar nakin”, “Bijî Aştî”, Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Civîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di civînê de Endamê Koma Qendîlê Mehmet Şerîf Gençdal axaftinek kir û anî ziman ku ew li hemberî vê coşa gel pir hestiyar dibin û pêwist e ew layiqî vê coş û nirxên gel bin.
Gençdal, da zanîn ku wan ji bo welatekî azad û jiyaneke azad soz daye û wiha axivî: “Gelê kurd ji bo jiyaneke azad bi salan e têkoşîn meşand û dimeşîne. Dê bimeşîne jî.”

NIKARIN BI VÎNA GEL BILÎZIN
Gençdal, destnîşan kir ku ew bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Tirkiyeyê û li hemberî vê daxwazê bi milyonan kes derketine kolanan û daxwazên aştiyê anîne ziman. Gençdal, da zanîn ku hêzên şer li hemberî vê coş û daxwaza gel nerazîbûnên xwe anîne ziman û wiha got: “Ji dîroka komarê heta niha her tim kurd rastî polîtîkaya înkar û îmhayê hatine. Her tim rastî neheqî û heqaretê hatine. Ev polîtîka hîn didome. Niha jî dixwazin bi vîna gel bilîzin. 11 sal in li ser birêz Ocalan îşkenceyeke giran heye. Gelê kurd tu carî li hemberî dijminê xwe serî netewand û natewîne. Gelê kurd niha li ser piyan e. Jiyanek bêyî Ocalan li me heram e. Dibêjin em dê PKK’ê tune bikin. Ger ku PKK gel be, gel jî li vir be dê çawa PKK’ê tune bikin. Kesên ku xwestin PKK’ê tune bikin tune bûn. Tu kes nikare gelê kurd tune bike.”
Piştî Gençdal, Endamê Koma Mexmûrê Nurettin Turgut jî axivî û anî ziman ku heta daxwazê gelê Mexmûrê bi cih neyê, gelê Mexmûrê venagere Tirkiyeyê. ÊLIH

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment