| 21/12/2009 |
| |
| Li Sûriyeyê li ser rexneya Rêxistina Komîteya Mafên Mirovan a Navneteweyî darizandina 4 kurdên ku ji sedema protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatibûn girtin hat bipaşxistin. Komîteya Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAD) di dadgehên Sûriyeyê de darizandina kurdan wek "parodiya (şanoya) edaletê" bi nav kir û daxwaz kir ku Dadgehên Parastina Neteweya Sûriyeyê werin rakirin û darizandina 4 kurdan jî were paşxistin. Rêxistina Efûya Navnetweyî MAD’ê diyar kir ku di dadgehên mijara gotinê de darizandina 4 kurdan hate paşxistin û navê 4 kurdan wiha anî ziman: Xalîl Feydê Delê, Munzir Ebdil Fetah Reşo, Ciwan Mihemed Ehmad, Hesen Xalid Qido. ZAROK JÎ HATIN GIRTIN 4 kurd ji sedema dijberî û şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 15’ê sibata 2008’an de li Helebê hatibûn girtin. Ji 4 kurdan, Munzir Ebdil Fetah Reşo dema hatî binçavkirin, 16 salî bû. Rêxistina Efûya Navneteweyî destnîşan kir ku bi Mennan Ehmed Sîdo re 5 kurd di Dadgehê Parastina Netewe-Dewleta Sûriyeyê de tên dadgehkirin. Dîrektorê Programa Bakurê Afrîka, Malcolm Smart der barê 5 endamên PYD’ê de ku tên darizandin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Dadgehên Parastina Netewe-Dewleta Sûriyeyê ne li gorî hiqûq û edaletê kar dikin. Smart ji bo Dadgehên Parastina Netewe-Dewlet a Sûriyeyê got: "Ne bê alî ne ne jî standardên darizandina navnetweyî li ber çavan digirin. Pêwist e rojekê berî rojekê werin girtin. ŞAM © Azadiya Welat |
| |
Monday, December 21, 2009
Paşve gav avêtin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment