22/12/2009 |
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê, avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi merasimek girseyî hate vekirin. Her wiha li Erdîşa Wanê, li Mêrdîn û navçeyên wê û li navçeyên Rihayê û Sêrtê jî avahiyên BDP’ê hatin vekirin. Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bazidê a li ser Kolana Buyuk Agriyê bi merasimek girseyî vebû. Rêveberên DTP'ê ya hate girtin, xebatkarên şaredariyê jî di nav de komek qelebalix beşdarî merasîma vekirina avahiya navçeyê bûn. Balkêş bû ku xwendekar dibistan boykot kirin bi unîformayên xwe yên dibistanê beşdarî merasîmê bûn. Beriya vekirinê bi sedan kesên li ser kolanê hatin cem hev li ber dawul-zurneyê govend gerandin. Tabelaya BDP'ê bi dirûşm û çepikan li avahiyê hate daliqandin. Rêveberê BDP'ê Îsmaîl Karaduman, diyar kir ku DTP'ê bi pêkanînên nedemokratîk hatiye girtin û banga meşandina têkoşînê ya di bin bana BDP'ê li gel kir. Karaduman, destnîşan kir ku ji niha û şûn de têkoşîna azadiyê ya kurdan xurttir bikin û xwest her kes bibin endamên BDP'ê. BDP’A ERDÎŞÊ VEBÛ Li Erdîşa Wanê jî avahiyê BDP’ê bi tevlibûna bi sedan kesî hate vekirin. Di merasîma vekirina avahiyê partiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e gel li vir e’ hatin berzkirin. Serokê BDP’a Erdîşê Muzaffer Çagan anî ziman ku Tirkiye bûye goristina partiyan û girtina partiyan şermezar kir. MÊRDÎN Û RIHA Her wiha li Mêrdîn û navçeyên w êli navçeyên Rihayê jî avahiyên BDP’ê hatin vekirin. Serokê BDP’a Mêrdînê Îsa Durç axivî û got ku kes naxwaze ku êdî li Tirkiyeyê partî bêne girtin. Li navçeyên Rihayê jî avahiyên BDP’ê bi tevlibûna girseyên qelebalix hatin vekirin. Serokê BDP’a Pirsûsê Mahmut Ekmez di vekirina avahiyê partiyê de axivî û wiha got: “Di 11’ê kanûnê de 11 dest ji bo girtina partiyê rabûn. Ez dixwazim ku ew dîrokê bibîrbînin. Ji bo ku têkoşîna kurdan têkbibin 511 dest rabibûn. Lê ew dest li Zapê hatin şikandin.” AGIRÎ - MÊRDÎN- RIHA - WAN © Azadiya Welat |
Tuesday, December 22, 2009
Avahiyên BDP’ê yek bi yek vedibin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)


No comments:
Post a Comment