
22/12/2009 |
Rejîma Îranê zextên xwe yên li ser gelê sivîl û girtiyên PJAK’î bênavber didomîne. Li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li aliyê din girtiyên PJAK’î bi îşkenceyê re rû bi rû ne. Li bajarê rojhilatê Kurdistanê li Seqizê hêzên dewleta Îranê operasyoneke berfireh a binçavkirinê da destpêkirin. Hate hînbûn ku di operasyonan de bi dehan kes hatine binçavkirin. Ji bi dehan kesên hatine binçavkirin tenê navê çar kesan hate fêrbûn. Li gorî agahiyan di nava kesên hatine binçavkirin de Elî Emînî, Sadulla Hemîdî, Abad Şêxî û mamoste Kamîl Fetahî jî hene. 6 SAL CEZA DAN Li bajarê Ardebîl ê piraniya wî Azerî ne girtiyê kurd ê bi navê Muhammed Eziz bi hinceta ku hevkarî bi partiyên kurd re kiriye bi 6 sal girtîgehê hate cezakirin. Ezîz ê ku ev 11 meh in di girtîgehê de ye, beriya niha jî bi 8 salan hatibû cezakirin. Di rûniştina dozê ji bo parastina Eziz derfet nehat dayin ku parêzer amade be. ÎŞKENCE LI WÎ KIRIN Li girtîgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê girtiyên PJAK’î bi binpêkirinên giran re rû bi rû ne. Hate hînbûn ku 2 girtiyên PJAK’î li hûcreyên yek kesî tên bicihkirin û di hûcreyan de bi îşkenceya giran re rû bi rû dimînin. Girtiyên PJAK’î yên ji girtîgeha Mêrîvan sewqî girtîgeha Sinê hatin kirin jî bi îşkenceya hêzên dewletê re rû bi rû man. SEQIZ / URMIYE / ANF |

No comments:
Post a Comment