06/12/2009 |
|
Têkildarî bûyerên demên dawiyê Hevserokê Rêxistina DTP'ê ya Stenbolê Mustafa Avci diyar kir di demên dawiyê de li hemberî kurdan polîtîkaya lîncê hatiye destpêkirin û xwest ku herkes xwedî li nirxên xwe derkeve. Avci anî ziman ku AKP'ê bi armanca tasfiyekirinê bernameyek daye dest pêkirin û da zanîn ku gelê kurd dê têkoşînê bilind bike. Avci wiha axivî: "Di demên dawî de hewildanên li hemberî partiya me zêde dibin. Piştî 29'ê Adarê zordariyên li ser endamên partiya me ji xwe derketin asta herî jor. Niha jî bi nêzîkatiya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tasfiyekar helwesta hikûmetê baş radixe berçavan. Em dê bi gelê xwe re vê pêvajoyê vebêjin û vê plana tasfiyekar vala derxin." 'Partiya me hedef tê girtin' Avci balkişand ser provokasyona li Îzmîrê jî û wiha domand: "Piştî hikûmetê ev êrîş wekî tiştek rewa nîşanî civakê dane, li Çanakkale û Stenboê û gelek cihên din êrîşên li dijî kurdan zêde bûne. Di bin navê sererastkirinê de şert û mercên Ocalan xirabtir kirine û tecrîd zêde kirine. Niha pêşerojek em bi hêvî lê binêrin tune ye. Hêviyên aştiyê şikestin. AKP di bin navê aştiyê de dixwaze tevgera gelê kurd tasfiye bike. Piştî daxuyaniyên hevserokên me yên vê durûtiya AKP'ê radixe ber çavan, doza derbarê girtina partiya me de anîn rojevê. Bi vê yekê hemû derdorên aştîxwaz û demokratîk wekî hedef hatine girtin." 'Gel dê li nirxên xwe xwedî derkeve' Avci anî ziman ku gelê kurd dê li nirxên xwe xwedî derkeve û wiha got: "Pêwist e gelê me di vê demê de zêdetir li sazî û nirxên xwe derkeve. Ev wezîfeyek welatparêziyê ye. Lazim e xwe biparêzin. Em wekî partî ji bo rêxisinbûna xwe zêde bikin, çi ji destê me tê em dê bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku hîstiyar be. Bi vê yekê dikarin tevlêkirina xwe zêdetir bikin." © Azadiya Welat |
|
Sunday, December 6, 2009
Avci xwest herkes xwedî li nirxên xwe derkeve
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment