06/12/2009 |
|
Însiyatîfa Ciwanên Apoger 10 erebeyan şewitandin Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Însiyatîfa Ciwanên Apoger 5 otobusên AKP’î û polîsan şewitandin. Li navçeya Sêwirekê ya Rihayê pêşi bi bizmaran lastîkên wê teqandin û paşê jî bi benzînê şewitandin. Li navçeya Zeytinburnu ya Stenbolê ciwanan bombeya dengê xistin binê erebeyeke û teqandin. Di encamê de erebe hat rewşa ku êdî nayê bi kar anîn. Li navçeyên Stenbolê yên wekî Alibeykoy, Bagcilar û Sultanbeyliyê jî 3 erebe hatin şewitandin. Însiyatîfa Ciwanên Apoger derbirî ku dê çalakiyên xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.
Li Nisêbînê kepeng hatin girtin Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bazirganan bi mebesta şermezarkirina zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kepengan venekirin. Her wiha li navçeyê komeke ciwan li kuçeya Şirinê civiyan û çalakiyeke li dar xistin. Polîs bi panzêr û gazên îsotê êrîşê ciwanan kir û ciwanan jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Çalakî heta derengê şevê dom kirin. © Azadiya Welat |
Sunday, December 6, 2009
Çalakî gur dibin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment