Sunday, December 6, 2009

Di Modernîteya Kapîtalîst de peyva aştî bi xefk e


06/12/2009

ŞANSTÊR ZAGROS

Di sîstemên desthilatdar ango kapîtalîst de pêvajoyên ku çareserî û aştî dikevin rojevê de xefk, dek û dolap di bin zimanê nerm de têne veşartin. Di heman demê de ligel pêşxistina nîqaşên der barê demokrasiyê de jî her tim rîskeke tasfiyeyê jî heye. Mirovên desthilatdar li ser rêbazên cuda yên tasfiyekirinê serê xwe diêşinin. Di rastiyê de li şûna serî li ser çareseriyê biwestînin û çareseriyê biafirînin zêdetir li ser tasfiyekirinê dihizirin. Ev siyaseteke hevbeş a modernîteya kapîtalîst e ku li hemberî tevgerên demokrasî û azadiyê ye. Van tevgeran dikişînin nîqaşên çareseriyê, eger bibe bi hin gav û pêşketinên erzan dixwazin wana têxin nava sîstemê û bêbandor bikin, marjînal bikin, eger nebe muzakereyên cur bi cur pêş dixin, hêviyên girîng didin van tevgeran û vana tev dixin xefletê û wan di rewşeke pir lawaz de digirin û dişkînin. Di dîrokeke nêzîk de ev siyaset li hemberî Pilingên Tamiliyan şopandin û darbeyên giran li wan xistin. Siyaseta li hemberî PKK’ê îro tê şopandin jî ji vê siyaseta navneteweyî ya modernîteya kapîtalîst cuda nîne. Lê PKK naşibe tu tevgerên din. Reseniyeke xwe ya pir girîng heye.
Rêberê Gelê Kurd bi rêbazeke xweser û bêhempa bingeha PKK’ê avêt. Di serî de xwedî bîrdoziyeke civakparêz, demokratîk û hemû qismên civakê bêyî ferq û ciyewazî têxe nav hembêz kir. Her tişt bi têgihiştina çêkirina şoreşê dest girt û her tim xwe li gorî pêdiviyên demê, civakê û bi taybet jinan guhert û veguhert. Ji tevahî serhildanên kurd cudatir gerdûnîbû û civakek-mirovek azad armanc kir. Di her wateyekê de xwe pêşxist, nû kir û pêwîstiyên mirovahiyê ji xwe re kir hîm… Ji ber vê siyaseteke kevneşop di rastiya PKKê de dê ne encamgir be û mehkûmê windakirinê be.

AKP partiyeke sîstemê ye
Lê dewleta tirk xwest heman şêwazê li hemberî PKK’ê bide pêkanîn. Pir aşkera ye ku AKP ne PKK’ê nas kiriye û ne jî gelê kurd yê PKK’î nas kiriye. Eger nas kiriba, dê neketiba nava helwesteke ewqas bêhiş. Eger zanîba birêz Ocalan nûneriya kurdê azad dike, vîna gelê kurd e û ne kesek e, gelek e dê hêj zêdetir bihişmendî tevbigeriya. Lê em dibînin ku gelê kurd piştî hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê dewletê neçarê çareseriyê kir û xist nava lêgerîn û çareseriyên nû. Lê AKP çi kir? AKP jî neçar ma ku çareseriyeke xapînok gelê kurd bixapîne. Xwest ew destkeftiyên gel ku awantaj e vegerîne dezavantajê û li ser siyasetê bike. Got ez dê vekirina kurd bikim, piştre got vekirinên demokratîk û her wiha di van demên dawî de jî got yekitî û yekparebûn. Xwest vê pêvajoyê bike malê xwe. Di raya giştî de xwest îmajeke wisa ji xwe re ava bike. Xwe mîna partiyeke mirovhez, kurdhez û demokratîk dide nîşandan. Lê dema mirov meyzîne ev lafazantiya li ser demokrasiyê tê kirin bi zihniyeteke nêçîrvaniyê dike. Niha AKP nêçîrvan e û gelê kurd jî nêçîra AKP’ê ye. Nêzî hilbijartinan dibe û ji ber vê jî neçare girseya kurd nêzî xwe bike ku careke din were ser îqtîdarê. Niha derdê AKP’ê dê çawa di hilbijartinê de were ser îqtîdarê ye. AKP partiyeke konjoktûrê ye. Sîstem ango dewlet dixwazin bi riya AKP’ê kurdan têxin bin bandora xwe û ji PKK’ê qut bikin, niha eger AKP ev wezîfeya danîna pêşiya wî pêk neyîne, dê çem û çem here. Niha di nava panîkekê de ye, ka dê çawa xwe bi ser bixe.

AKP, CHP û MHP wekhev in
Lê mixabin hin kes ev lîstokên AKP’ê nabînin û dibêjin; li rexmî her tiştî AKP ji CHP û MHP’ê baştir e. Lê di rastiyê de nizanin ku ji partiyên din cudatir nîne, heta hêj xetertir e. Partiyên sîstemê ne. Çavkaniya van pirsgirêkên em îro dijîn ev sîstem in. Yên ku hê jî bawer dikin dê AKP çareseriyê bîne divê dev ji vê hizirandinê berdin.
Niha sabotekirina pêvajoyê AKP, di serî de DTP, CHP û MHP dide nîşandan û pêvajoya ku nîne di holê de wekî ev partî provoke dikin dide nîşandan û xwe bi vana rave dike. Eger yên aligirê me jî bêjin ‘yên nahêlin çareserî pêş bikeve û li pêşiya hewldanên AKP’ê dibin asteng MHP û CHP ye’ jî di nava xeletiyên mezin de ne û tên lîstika AKP’ê.
Divê baş were zanîn ku qet pêwendiya AKP’ê bi exlaqê siyasetê re nîne û ji bo berjewendiyên xwe xirabiya ku neke tune. Ev di rewşa Rêberê Gelê Kurd de jî bi awayekî aşkera derkete holê.
Dema mirovek temenê xwe yan mezin dibe, yan jî mirovekî pir gunehkar be zû ji hev dikeve û enerjiya wê ya li ser piyan bimîne namîne, ji lewma her timî mirina xwe dihizire cihê xwe amade dike û cihê ku tirba xwe lê çêbike bi destê xwe diyar dike û li benda mirina xwe ye. Ji ber dilê xwe rehet nîne. Lê di rastiyê de AKP bi navê nemiriniyê mirineke pêşwext ji xwe re tîne. Erdoxan mîna Gilgameş li dû nemiriniyê ye, lê nizane ku tirbeke pêşwext ji xwe re ango ji zihniyeta xwe ya sexte re dikole.

Rûyê AKP’ê deşîfre bûye
Her tişt êdî aşkera bû ku AKP ji bilî demogojiya demokrasiyê tiştek nekiriye. Êdî ew axaftin û peyvên xemilandî pênc qirûş nake. AKP xwest bi navê çareseriyê hinek tişt biguherîne û temenê xwe dirêj bike, lê ji ber di niyeta wê de tasfiyekarî hebû nekarî vê siyaseta xwe bibe serî. Ji ber carekê ketiye nava vê rewşê îcar nikare ji nav derkeve. Di aliyekî de rûyê madalyoyê yê xapandinê û di aliyê din de rûyê xwe yê rast yê wehşî dide nîşandan. Ev polîtîkaya tasfiye û îmhayê ji ber polîtîkaya dewletê ye hemû rêk diçin heman cihî.
Ev di rewşa birêz Ocalan de tam piştrast bû ku ka aliyê nerm ê dewletê xetere an jî aliyê hişk e. Ji ber vê sedemê wekî me li jor destnîşankiriye AKP bi agir lîstiye û dilîze. AKP ketiye riyeke jêneveger, lê jênevegerbûnekî êdî tune bibe. AKP bi pêkanînên li Îmraliyê rewşa xwe aloztir kiriye. Bizanin ku faturaya Îmraliyê çiqas buha ye. Êdî şîarên mîna ‘AKP xwe şaş neke, sebra me teng neke’ pêwîst e neyên gotin. Ma hîn dê dewlet ango bi taybet AKP ji vê xirabtir çi bike. Loma divê li gorî pêvajoyê û xeteriyan ziman êdî were guhertin, zimanekî lîberal û pasîf neyê bikaranîn.

Rola ciwanan pir girîng e
Em weke ciwanên kurd divê di Kurdistanê de rewşa awarte îlan bikin û li gorî wê çalakiyên xwe bi awayekî herî dijwar pêş bixînin. Yek, divê em ango her kurdeke/î xwedî rûmet û girêdayî Rêberê xwe û azadiya xwe di ya Rêberê xwe de dibîne zarokên xwe rênekin dibistanan, ji zarokên heft salî heta ciwanên zankoyê dibistanên ku navenda faşîzmê ne protesto bikin û heta rewşa Rêberê me neyê başkirin û neyê azadkirin em neçin dibistanan. Di Kurdistanê de di rêjeyeke diyar de karmend û karker hene divê ev jî bi heman şêweyî neçin ser kar û têkevin nava çalakiyan. Di Kurdistanê de di serî de AKP, CHP û MHP çi navendên wan yên partî û şaredariyên wan hebe divê em hilweşînin û wana ji welat biqewitînin. Her wiha li her devereke Kurdistanê navendên polîs û leşkeran heye, divê ev jî bi heman awayî werin hilweşandin û neçarê revînê werin kirin. Bi çelengên reş danîna ber avahiya wan re Rêberê me wê neyê azadkirin ne jî wê rewşa wî bê başkirin. Li dewsa çelengên reş divê navendên wan werin dagirkirin û ew werin qewitandin.
Divê di bajarên mezin de rawestgehên wesayîtan (otobûs, seyare, tren, kamyonetên mezin ên karkeran) werin dagirkirin, tekelên wan tev werin teqandin û bê karîger bimînin. Her wiha welatparêzên ku nikarin têkevin nava çalakiyan pêwîst e di cadeyên bingehîn de pêşî li wesayîtan bigrin û hinceta çalakiyên xwe ji xwediyên wesayîtan re vebêjin.

Heta azadiya Ocalan
Armanc; heta ku Rêberê Gelê Kurd negihije azadiya xwe, ji xwe azadiya Rêberê Gelê Kurd tê wateya azadiya gelê kurd. Her saeteke bê çalakî, bêdengî ji me re tê wateya mirinê. Ji ber vê çendê her kêlî bi Rêberiya xwe re divê bibe şîara me ya demê heta em Rêberê Gelê Kurd bigihînin azadiya wî. Ev tev dikevin berfirehiya prensîbên parastina rewa û parastina cewherî. Parastineke cewherî ya saxlem û bihêz dê mîsoger azadiyê di demeke kin de bi xwe re bîne.
Em dikevin qonaxeke nû û di heman demê de qonaxeke pir xeternak. Em weke gel ji her demê zêdetir nêzîkî azadiyê bûne. Her ku em bi hêz dibin hêzên desthilatdar jî li hember bihêzbûna me kompleksê dijî û bi çavreşî dikeve nava hewldanên bêhiş. Ji loma demên herî rêxistin û gel bihêz de ye de pêkanîn û komployên cur bi cur tên pêşxistin. Çima? Ji ber eger gel û PKK ne bi hêz be, jihevketîbe zêde hewce nabîne ku têkeve nava plansaziyên dorfireh, dibêje berde bila hêdî hêdî marjînal bibe. Lê di rewşa berovajî de ji ber di serkeftina vîna gel de dawiya hêzên dewletparêz dibînin ango dawiya xwe dibînin, ji ber vê yekê tu harbûn û dînatiyeke neke wê nebe. Jixwe ev çavreşiya xwe di pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd de bi awayekî vekirî danîne holê. Bi van helwestan re di serî de AKP darê di bin lingê xwe de qut kiriye, ne ku qut dike. Divê em tev bi vê zanabûnê tevbigerin û kêliyekî xwe vala derbas nekin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment