Sunday, December 6, 2009

Şahidan wehşeta JÎTEM’ê vegot

06/12/2009

Di 6’emîn danişîna doza 7 bersûcên ku Fermandarê JÎTEM’ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî di navde li 6’emîen Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin de maxdûrê bi navê Sabrî Gasyak diyar kir ku birayê wî yê 13 li gel 4 kesan hate kuştun û di vê bûyerê de Fermandar Temîzoz rapora “Ji aliyê cerdevanan û PKK’ê ve hate kuştin” amade kir. Di danişînê de Sercerdevan Kamîl Atak, bi gotina “Hêza min heye vê hêza min tahrîk nekin” gef li mexdûran xwar. Temîzoz jî xwe spart dexlê OHAL’ê.
6’Emîn danişîna doza 7 bersûcan a Fermandarê JÎTEM’ê Cemal Temîzoz, Sercerdevan Kamîl Atak, Tamer Atag, îtîrafkar Hidir Altug, Adem Yakîn, Firat Altun (Abdulhakîm Guven) li 6’emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku nêzî 14 saetan domkir de maxdûr hatin guhdarkirin.

‘JÎTEM’ê ji mal birin’
Hevsera Abdullah Efeltî Besne Efeltî diyar kir ku hevserê wê dema diçû zeviya Hasan Şik biçînê ji aliyê Cemal Temîzoz ve hatibû astengkirin û ji ber hevserê wê tirsiya êdî dest ji çandiniya zeviyê berda. Efeltî, da zanîn ku her roj leşker dihatin mala wan û hevserê wê dipirsîn ji ber vê yekê nêzî 20 rojan hevserê wê newêrîbû biçûya mal. Efeltî anî ziman ku dema hat malê li ser riya xwe çû Qereqola Yankele û bi rayedarên leşkeriyê re hevdîtin çêkir û hate mal. Elfetî destnîşan kir ku piştî hevserê wê du rojan li mal ma, roja din leşkeran mala wan dorpêç kir û piştre du texsiyên bêplaqe hatin ber derî û cerdevan û endamên JÎTEM’ê jê daketin xwar. Besna Efeltî got ku hevserê wê û kurê wê birine. Efeltî, got ku beriya hevserê wê bê binçavkirin rojek berê gotibû “Temîzoz gef li min xwarin. Dê min bikuje. Dema ez birim, bi şopa min kevin” Elfetî, piştî 2 mehan keyayê gundê Katranê diyar kir ku li duriyana Kijên cesetek dîtiye û wiha dom kir: “Min ceset nedît, lê piştî wêne nîşanî min dan ez hînbûm ku hevserê min e. Piştre dozger bang min kir û cuzdana wî dan min. Lê ji tirsan min serî li rayedaran neda û min gilî nekir.”
Piştre birayê Abdulazîz Gasyak, Sabrî Gasyak îfade da. Gasyak, têkildari kuştina Omer Candoruk, Yahya Akman, Suleyman Gasyak û Abdulazîz Gasyak ku di adara 1994’an de hatin kuştin û li Birên Botaşê mirî hatin dîtin de îfade da. Sabri Gasyak anî ziman ku dema birayê wî hate kuştin ew 13 salî bu û wiha got: “Birayê min cigare difrot. Bi sê hevalên xwe re çûn Sîlopiyê. Li Birên Botaşê hatin binçavkirin. Birin gundê Holant. Piştre 500 metre dûrî Qereqola Gundê Havuzlu kuştin. Ji bo em birayê xwe bibînin me serî li emniyeta Sîlopiyê da. Li wir ji me re gotin ‘Li birayê xwe negerin, hûn ê jî di riya wî de biçin’ Emîne Tadîk bû şahidê kuştina 4 kesan. Piştî malbata me çûn cihê bûyerê ew definkirî dîtin. Piştre li gel leşkeriyê ew birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Wê demê Temîzoz jî hat ber nexweşxaneyê û gef li me xwar. Ji me re got ‘Ji bo van kesan tu tiştî nekin û nepirsin. Ger ku hûn bi pey şopa wan kevin, hûn jî dê mina wan bibin’. Piştre jî Temizoz rapora ‘Ev cerdevan in û ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin’ amade kir.
Gasyak, destnîşan kir ku ligel ekîba Temîzoz, ekîba polîsê bi lakabê Ramazan Hoca yê girêdayî Midûriyeta Polisan a Cizîrê jî hebû û wiha dom kir: “Ramazan Hoca birayê min Reşat Gasyak 3 caran qasî 15-20 rojan binçav kir û îşkence lê kir. Piştî 4 kes kuştin, JÎTEM’ê wesayita Omer Candoruk bi qazî 7 mehan bikar anîn. Min dit ku Abdulhakîm Guven, Adem Yakin, Hoca Selîm, Hidir Altug û Cebbar wesayita Candoruk dajotin. Hemû derdor ji vî ekîbî ditirsiyan û zanîbûn ku mirovan dikujin.” Piştî îfadeya maxdûran Parêzerê mexdûran Tarîh Elçî mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew darizandina herî dijwar dikin. Elçî wiha got: “Kesê li hemerî be rêxistina sûcê herî mezin e. Kesên ku delîlan kom bikin û suç û sucdaran aşkera bikin niha li vir têne darizandin. Ev rêxistina suc tenê ji Cemal Temîzoz pêk nayê. Piştî îfadeyên mexduran îtîrafkar Adem Yakîn got “Me qralê têkoşîna bi terorê re meşand”. Sercerdevan Kamîl Atag jî gef li derdorê xwarin û wiha got: “Weki parêzeran got hêzek min a mezin heye. Bila ev hêz tahrîk nebe. Bila kurê min Tamer serbest bê berdan û li wê hêzê xwedî derkeve.”

Temîzoz xwe spart OHAL’ê
Temîzoz jî diyar kir ku li herêmê dewlet di bin dehditek mezin de bû û wiha got: “Pirsgirêkê me yên hebûn û ewlehiye hebûn. Malbaten li cem dewletê cih digirtin di bin gefan debûn.”
Piştî îfadeyan Heyeta Dadgehê biryara berdema girtina 7 bersucan da û taloqî 8’ê cile kir. AMED (DÎHA)

No comments:

Post a Comment