Sunday, December 13, 2009

Bajarê xwedayê heyvê ‘UR’


13/12/2009

Bajarê dîrokî Ur, bajarê xwedayê Heyvê yê Sumeran Nunnan e. 3 hezar sal Beriya Zayînê wekî bajarekî biçûk hate avakirin. Bajar bi afrîneriya bazirganiyê re di demeke kin de bû navenda Sumeran. Bermayiyên bajarê Ur, niha li nêzî Nasiriyê ye.
Di encama kolanên ku di bermayiyên wê de hate kirin de, tabletên ku aydê Qralîçe Puabî, kral Mekalamdug û Akamdalug bû hatin dîtin. Bi van tabletan re tê xuyakirin ku bajar di wê demê de ji gelek şahên bi bandor re malovanî kiriye. Bajar ji zîggurata herî mezin a Sumeran re malovanî kiriye.
Piştî Sumeran bajar dikeve destê Akadan. Beriya Zayînê di navbera salên 2030 û 1980’î de nifûsa bajar 65 hezar bû. Wê demê bajarê herî mezin ê cîhanê tê nişandan.
Beriya Zayîne di sedsala 6’emîn de di dema îktîdara Qralê Babîlê Nabukednezzar de bajarê Urê ji nû ve hate înşakirin. Lê Beriya Zayînê di sedsala 5’emîn de ji ber hişkesaliyê nifûsa bajar her çû winda bû. Bajar di vê pêvajoyê de di nava xîza çolê de winda dibe. Li gorî Încîlê bajarê Urê cihê jidayîkbûna Îbrahîm Pêxember e. Ev nêzî 100 sal e li ser bermayiyên bajarê Urê xebat tên meşandin û hêj xebatên wan bi encam nebûne.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment