13/12/2009 |
|
Di nava me kurdan de gelek hunermend hene ku hê baş nehatine naskirin û di jiyana dûrî welat de bi evîna welatê xwe yê parçebûyî dijîn, her tiştê wan bûye xizmeta çand û neteweya wan. Wênesaz Serhad Bapîr da zanîn ku ji biçûktayiya xwe de bi dest çêkirina resiman kiriye û wiha behsa wan rojan kir: “Di wê demê de çêkirina resiman wek tiştekî beredayî dihate hesibandin. Lê her carê ku min ê ji xwe re resimek çêbikira, bixwebawerî û hîseke serketinê li ba min peyda dibû. Ew qabiliyeta ku meriv li tiştekî binêre û karibe li ser kaxizê eynî wî tiştî çêbike û her wisa jî bi riya resim çêkirina fikr an ji ramaneke ku di serê meriv de heye û meriv karibe bi pênûs an jî bi boyaxan ruh bide van dîtinên xwe, ji piçûkatiya min de wek karekî sihêrbazî xuya dikir û di vî warî de bikêrbûna min xweşî min diçû.” Wênesaz Bapîr diyar kir ku wê demê resiman bi boyaxên erzan yên wekî pênûsên reş û rengîn, yên bi avê û yên bi pastelên bi don çêdikir. Bapîr wiha behsa di hunera xwe de çêkirina rêbazan kir: “Di hunera resim de ez li ser kaxiz an jî muşanbeyê, bi materyalên wekî boyaxên don, akrîlîk, yên avê, pastelên bi don, krayon, hibra çînî, pênûsên reş û yên rengîn dixebitim. Di resimên min de mijarên sereke jî ev in: Dîmen, fîgur û portreyên mirovan, kompozisyonên “xwezaya mirî” û yên abstrak. Di hunera grafîkê de hunermend divê pêşî li ser materyalekê şikl an jî resimekî çêke. Paşê bi gelek teknîkên ji hev cihê bi kolandin û qewartina bi kêr û cûzanan, bi asît û şirêzê an jî bi teknîkên din divê li ser van materyalan bixebite, da ku “mak” an jî qalibên xwe çêbike. Ev “mak” an jî “deq”ên grafîkan in. Ji bo her rengî divê “mak”eke xusûsî were çêkirin. Karê herî têrzehmet û demxwar ev merhele ye.” Bapîr bilêv kir ku du metodên sereke yên grafîkê hene û wiha pê de çû: “Yek ji wan rûyê ‘mak’ê wek mohrekê tê qewartin ango ‘tema’ wek mohrekê li ser rûyê “makê” xuya dike. Dema ku grafîk bi vî awayî bin, hingê ser rûyê grafîkê bi bageranekê pariyekî hişk ê kaucûk an jî plastîk, bi hibra çapxanê tê bihibrkirin û paşê jî ev maka hibirkirî li ser rûyê kaxizê tê çapkirin. Di metoda din de ‘tema’ ne li ser rûyê ‘mak’ê ye, lê wek terkekê an jî qelşekê di nav rûyê ‘mak’ê de ye. Hingê ev terk bi hibra xalkografia tê dagirtin û paşê jî rûyê ‘mak’ê bi parçeyên kaxizê xweşik tê paqijkirin, hibr tenê di terkan de dimîne.” Serhad Bapîr destnîşan kir ku di piraniya berhemên wî yên grafîkî de polîtîzm û protesto hene lê belê girîngiyê dide estetîkê û wiha pê de çû: “Em wek zarokên miletekî bindest hatine dinê, wek deynekî ji bo serbestî û berdewamiya milet û welatê xwe, em ketin nav xebata siyasî. Ev xebata siyasî bivê nevê wê tesîra xwe li hunerê jî bike û divê bike jî. ” Bapîr gazinên xwe sazî û dergehên kurdan kirin ku heta niha ji bo pêşangehê bangî wî nekirine lê li Yewnanîstanê bi gotinên pesndar li ser hunera wî nivîsandine. Bapîr di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema ku wek miletê meriv xwedî tu statû nebe, hingê bivê nevê hunermendên vî welatî jî wê sêwî û bê statû biminin.” Serhad Bapîr kî ye? Serhad Bapîr, di sala 1964’an de li bajarê Tetwanê yê li bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Bav û kalên wî bi eslê xwe ji Cizîra Botan in, û ew bi binebabên xwe mela bûne. Ew 12 xwîşk û birane. Bapîr dibistana despêkê li Farqîn û Tetwanê û yên navîn û lîseyê jî li Tetwanê xwendiye. Di despêka sala 1983’an de ji ber xebatên siyasî, ji welat derdikeve û nêzî du salan li metrepolên Tirkiyeyê dimîne. Di dawiya sala 1984’an de wek penaberekî siyasî derbasî Yewnanîstanê dibe û ji wê demê heya niha li Yewnanîstanê dijî û xebatên xwe yên hunerî didomîne. Berhemên wî, di Galeriya Şirketa Perwerdeyî ya Makedonî (Ş.P.M.), di nav Civanbendên (kolleksiyon) “Texnî” Şirketa Makedonî ya Hunerî Şaxê bajarê Kilkis, ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ya kovara Nûdemê li Swêdê, ya Sotiris Çukalis û di nav civanbendên gelek kesên din de hene. © Azadiya Welat |
Sunday, December 13, 2009
Hunermendekî dûrî welatê xwe
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment