Friday, December 18, 2009

Berê jehr kirin û piştre înfaz kirin


18/12/2009

Ersîn ÇELÎK - ŞIRNEX
Wêneyên têkildarî qetilkirina 8 gerîlayên HPG'ê yên di 27'ê hezîrena sala 2007'an de li çoltera Qilabanê pêk hatibû, îspat dike ku 8 gerîlayên HPG'ê berê hatine jehrîkirin û piştre hatine înfazkirin. Di wêneyên beriya bûyerê û piştî bûyerê hatine kişandin de tê xuyakirin ku hin HPG'î ji ser hişê xwe çûne, hin HPG'î tenê bi guleyeke ji eniya xwe ve hatine kuştin, di laşê hin HPG'iyan de jî şûna guleyan tune û hin HPG'î jî bi şutikan têne kaşkirin. Di wêneyê gerîlayê HPG'ê Rizki Kaplan de jî hatibû dîtin ku berê bi saxî hatiye girtin û piştre hatibû înfazkirin.













Serfermandariya Giştî ya Artêşê di 27'ê hezîrana sala 2007'an de ragihand ku li qontarên çiyayê Kela Memê yê navçeya Qilabana Şirnexê piştî operasyonê pevçûn derketiye û di encama pevçûnê de 8 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê jî piştre nasnameya 8 endamên HPG'ê aşkera kir û diyar kir ku gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, Fermandar Mehmet Tanribuyurdu (Doktor Mahîr Aydin), Osman Goktepe (Ayhan Ronî), Suleyman Suleyman (Fevzî Efrîn), Mustafa Altun (Kendal Penaber), Cengîz Mîlan (Rêber Kotolî), Rojda Nas (Rûken Hespist), Cîhan Unat (Xelat Gorse) e. Piştî bûyerê gundiyên derdorê têkildarî bûyerê ahagî dan û gumanên balkêş derketin holê.Çavkaniyên herêmî dabûn diyarkirin ku hin kesan di dema bûyerê de bi gerîlayan re têkilî danîbûn û erzaq biribûn çiyayê Kela Memê yê nêzî gundê Xelatê. Ev kesên erzaq birine Kela Memê cerdevan in û dema erzaq birine jî agahiya Fermandariya Qereqola Bejuhê pê hebûye. Gundiyan destnîşan kiribû ku bi armanca kemînê ev erzaq hatibûn şandin. Çavkaniyan, anîbû ziman ku erzaqê herî dawî ji HPG'iyan re hatibû şandin ji depoya Fermandariya Alaya Sînor a gundê Bejûh hatibû derxisin. Li gorî agahiyên şahidên gund, helîkopterên ku çûne herêmê wekî ku pevçûn hebe li derdorê gule barandine.

CENAZE NADIN MALBATAN
Ligel ku di ser bûyerê re 2 sal derbas bûne jî cenazeyên HPG'iyan nadin malbatan. Nedana cenazeyan jî di mejiyan de, rê li fikar û pirsan vedike. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê diviya li gorî qanûnên heyî herî kêm 15 rojan li morga nexweşxaneyê bihatana hiştin, lê leşkeran bêyî ku bidin sekinandin cenaze li goristana bajarokê Gundikê Melê defin kirin. Her çiqas gelek çaran malbatan serî li Serdozgerê Komarê yê Şirnexê da jî heta niha cenazeyên xwe negirtin.

Jehr dan wan
Wêneyên ku hatine bidestxistin gumanan piştrast dikin. Di wêneyan de tê xuyakirin ku hin wêne beriya bûyerê ji aliyê gerîlayên HPG'e ve hatine kişandin û piştî bûyerê wênekêşa HPG'ê ji aliyê leşkeran ve hatiye bidestxistin. Di wêneyên ku hatin bidestxistin de tê xuyakirin ku Cîhan Unat ê HPG'î hatiye jehrkirin. Di wêneyan te dê xuyakirin ku Unat ê HPG'î ji ber bandora jehrkirinê ji ser hişê xwe çûye û di nava keviran de ketiye xwar.
Di nava endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dabûn de nivîskarê "Hêviya Biyaniyekî û Komara Şirnexê" Mehmet Tanribuyurdu (Mahir Aydin) jî di nav de bû. Di nava wêneyan ku Tanribuyurdu û gerîlayekî HPG'ê tên xuyakirin kefiyeyên wan li nav û stûyê wan girêdane û li erdê tên kaşkirin. Kefiya endamê HPG'iyekî din jî bi lingê wî ve hatiye girêdan û li erdê ye. Di wêneyekî din de Doktor Mahîr bi kefiya wî ya li bin çengên wî hatiye girêdan û tê kaşkirin. Dîsa di wêneyan de tê xuyakirin ku laşê gerîlayên HPG'ê, saxlem e lê şopên xwînê li serê wan tê dîtin. Di nava van wêneyan de hin jê li eniya wan şopa guleyan tê dîtin, di hin wêneyan de jî tu şop nayên dîtin. Di wêneyê Suleyman Sulayman (Fevzî Efrîn) de jî, tenê di nava çîqên wî de şopa xwînê tê dîtin, ev yek îhtîmala teqandina testîsên wî zêde dike. DÎHA

No comments:

Post a Comment