Friday, December 18, 2009

Ka li gorî standardan bû?


18/12/2009

Piştî gelê kurd ji bo rêberê xwe daket kolanan û li hemberî çala mirinê serî hilda, dewleta tirk mecbûr ma ku gavan paşve bavêje. Lê di vê gavavêtinê de li xwe mikurhatinek jî heye. Piştî li hucreya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê hiştin pencereyên nû hatin vekirin niha jî dema derketina hewşa berhewayê hate zêdekirin. Wezîrê Edaletê yê Dewleta Tirk ligel nezarîbûnên gel îdia kiribû ku girtîgeh li gorî standartên YE’yê ye.
Parêzêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtina hefteyî ya bi muwekîlê xwe re pêk anî ragihand ku dema derketina hewşa berhewayê ji saetekê derketiya 2 saetan.
Rêberê Gelê Kurd Ocalan ku 11 sal in di girtîgeha takekesî ya Îmraliyê de tê hiştin ligel birina 5 girtiyên din, di 17’ê mijdarê de neqilkiribûn Girtîgeha Tîpa F.
Piştî vê neqilkirinê Rêberê Gelê Kurd Ocalan, hûcreya ku tê de hatiye cihkirin wekî çala mirinê nav kiribû û gotibû, ‘li vir bêhna min dernayê. Nikarim rakevin. Gav bi gav min ber bi mirinê ve dibin’. Ligel van agahiyan gelê kurd rabû ser piyan û li hemberî girankirina tecrîdê serî hilda.

KÎJAN STANDARD!
Piştî nezarîbûna gel Wezareta Edaletê bi wêneyan xwestibû raya gîştî manîpûle bike û îdia kiribû ku girtîgeha Îmraliyê li gorî standartên YE’yê hatiye çêkirin. Her wiha Serokwezîr Erdogan jî standartên girtîgehê parastibûn. Lê piştî lêxwedîderketina gel a li rêberê xwe, ewilê pencereyeke din li hûcreyê hate vekirin û paşê jî dema derketina hewşa berhewayê hate zêdekirin. Ev kirin bi tena serê xwe nîşan dide ka li Îmraliyê çi dibe.

ROJÊN HEVDÎTINÊ
Her wiha piştî girtiyên nû sewqî Girtîgeha Tîpa F a Îmralî hatin kirin, malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nû sewqî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hatine kirin Şeyhmuz Poyraz, Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan û Hasbî Aydemîr dê hevdîtinan çêkin. Rojên malbatan bi girtiyan re dê her hem di hefteya 2'emîn û 4'emîn de roja duşemê pêk bê. STENBOL / ANF

No comments:

Post a Comment