Friday, December 18, 2009

Avahiyên BDP’ê bi coş hatin vekirin

18/12/2009

Li Şirnax û navçeyên Şirnexê avahiyên Partiya Aştî û Demokrasiyê bi coşeke mezin vebûn. Di vekirina avahiya BDP'ê ya Şirnexê de Serokê BDP'ê Sekvan Aytu, Şeredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Qlabanê Şukran Sîncar, Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak Yildiz, Serokê DTP'ê ya hate girtin, Selîm Bayar jî di nave bi hezaran kes amade bûn. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDT'ê kom bûn dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin", "Bijî serok Apo", "Destê dirêjîe DTP'ê bûn bişkên", "AKP şaş nebe, sebra me neba", "Şehîd namirin", "Destê dirêjî aştiyê dibin bila bişkên" û "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" berz kirin. Di merasima vekirina avahiya BDP'ê de Serokê BDP'ê Sekvan Aytu, diyar kir ku biryara girtina DTP'ê ya dadgehê hêrsa hemû kurdan zêde kiriye û biryar şermezar kir. Aytû, da zanîn ku gel dê nasnameya xwe ya azad û rûmeta xwe esas bigre û tê dêkoşîna wan li ser daxwazên gel pêş bikeve. Aytu, bang li hikûmetê kir û xwest şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baş bikin û beşdarî pêvajoyê bikin.
Li Hezexê jî vekirina avahiya BDP'ê bi beşdariya komek qelebalix pêk hat. Li Sîlopiyê jî avahiya BDP'ê ji aliyê 10 hezar kes ve bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Ciwan fadaiyên Apo ne" û "PKK gel gel li vir e hate vekirin. Li Cizîrê jî avahiya BDP'ê bi beşdariya nêzî 2 hezar kesî vebû. ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment