| 18/12/2009 |
| |
| Wezîrê Eşo Kurdolog Wezîrê Eşo ku heta niha der barê zimanê kurdî, Radyoya Rewanê û Rêya Teze de gelek lêkolînên girîng kirine, anî ziman ku di nav gelên ku der barê kurdan de lêkolîn kirine herî zêde lêkolînerên rûs û ermenan hene. Wezîrê Eşo wiha got: “Gelek berhemên girîng ên rewşenbîr û lêkolînerên rûs ku çûne Kurdistanê hene. Bi taybetî jî yên dema Çar çûne Kurdistanê, der barê kurdan de çavderiyên baş nivîsandine. Lê piştî Şoreşa Cotmehê ji ber ku di navbera Kemalîstan û Lenîn de peyman hat îmzekirin rewş guherî. Ev rewş heta endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê dom kir. Piştî ku Tirkiye bû endamê NATO’yê nêrînên rûsan ên der barê kurdan de careke din guherî û bi çavekî erênî li kurdan nihêrîn.” Eşo da zanîn ku kurd di jiyana rojane de piranî bi kurdî bi kar tînin û wiha pê de çû: “Lê bê guman ev e ji bo hin tiştan têrê nake. Zimanê kurdî di nav zimanên cîhanê de zimanê herî kevn û pêşketiye. Li hemberî evqas zext û înkarê li ser piyan maye. Her wiha kurdî zimanê herî bi rûmet yê cîhanê ye. Ji ber ku li hemberî hemû tiştî di warê çandî de xwe parastiye û bûye sedema hebûna gelekî. Peywira me jî ew e ku em vî zimanî dewlemend bikin û biafirînin. Ez 74 salî hê jî hewl didim ku kurdî fêr bibim. Ev ziman ji bo fêrbûna fezayê, nivîsandina helbestê, nivîsandina romanê ji bo me bes e.” XEBATÊN KURDOLOJIYÊ Qanadê Kurdo wê demê serokê beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Lenîngradê ye. Her wiha Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Maksîmê Xemo, Zeru Ûsif, Serk Çuperman, Jinya Vasilyeva Marif Xeznedar û Kaus Kaftan di vê beşê de dixebitin. Li vir bi taybetî li ser dîroka wêjeya kurdî perwerde tê dayîn. Eşo diyar kir ku çavkaniyên rûs û ermenan ên der barê kurdan de ji yên gelên din zêdetir in û wiha axivî: “Ji ber ku Kurdistan nêzî Rûsyayê bû û dixwestin Kurdistan di rêveberiya wan de be. Ji ber vê yekê bi Kurdistanê re eleqedar dibûn. Rewşenbîr dişandin Kurdistanê û agahî berhev dikirin. Mantiqê dagirkeriya Rûsyayê ji ya dewletên din cudatir e. Bixwaze kîjan axê dagir bike der barê wê axê de lêkolînên dîrokî, çandî û yên civakî pêk tîne. Lêkolînerên ku çûbûn Kurdistanê der barê vir de tiştên baş nivîsandibûn. Bi taybetî jî yên di dema Çar de çûbûn çavdêriyên baş nivîsandibûn. Lê piştî Şoreşa Cotmehê ji ber ku di navbera Kemalîstan û Lenîn de peyman hat îmzekirin, rewş guherî. Ev rewş heta endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê dom kir. Piştî ku Tirkiye bû endamê NATO’yê nêrînên rûsan ên der barê kurdan de careke din guherîn û bi çavekî erênî li kurdan nihêrîn.” XEBATÊN REWŞENBÎRAN Wezîrê Eşo bi lêv kir ku wê demê rewşenbîrên kurd der barê kurdan de lêkolîn dikirin û wiha pê de çû: “Qanadê Kurdo gramera zimanê kurdî nivîsand. Berê Heciyê Cindî nivîsandibû lê Heciyê Cindî zimanzan nebû. Kurdo xebateke berfirehtir kir. Lê der barê zimanê kurdî de xebata herî berfireh Serk Çukerman û Kerîm Eyyubî ku paşê revî Komara Mahabadê ya kurdan nivîsandin. Maruf Xaznadar wekî teza doktorayê li ser wêjeya kurdî nivîsand û paşê ev pirtûk hat weşandin. Celîlê Celîl li ser wêjeya kurdî, Ordîxanê Celîl jî li ser çanda kurdan lêkolîn pêk anîn. Dîsa Maksimê Xemo der barê serhildana Rojhilat ya "Kela Dimdim û Xanoyê Çengzêrîn” de û li ser Başûr xebatên girîng pêk anîn. Kaus Kaftan der barê serhildanên Barzaniyan de lêkolîn kir. Wê demê bi hewldanên Heciyê Cindî li Rewanê beşa Kurdolojiyê vebû.” LÊKOLÎNERÊN KURD Eşo bi lêv kir ku taybetmendiya wê demê ya herî mezin ew e ku kurdan der barê xwe de lêkolîn pêk anîne û berhem afirandine û çavê kurdan êdî ne li rewşebîrên biyanî bû û Eşo wiha axivî: “Bêguman ji bo me kurdan ev xebat têrê nedikirin lê tiştê girîng ew bû ku me kurdan xwe vedigot. Piştî ku Sovyet hilweşiya neteweperestî bi pêş ket û neafirandina Kurdolojiyê hat asta sekinandina xebatan.” XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ Wezîrê Eşo bi lêv kir ku di ciwaniya xwe de jî eleqe nîşanî weşanên kurdî dida û wiha got: “Xuroşov mirovekî wêrek bû. Piştî mirina Stalîn zextên li ser kurdan rakir û derfetên weşanan careke din da kurdan. Di sala 1954’an de Serokdewletê Ermenistanê Sver Tomasyan bi rewşenbîr û rûspiyên kurdan re civîn pêk anî. Piştî vê civînê Rêya Teze di sala 1955’an de careke din vebû. Her wiha Radyoya Rewanê careke din dest bi weşana xwe kir.” Eşo wê demê di Radyoya Rewanê de dest bi xebatê dike û şanoyên radyoyê dinivîse û hîn berhemên şanoyî yên ermenan ku li ser kurdan in, wergerandine kurdî. Eşo wiha behsa wan rojan kir: “Min di Rêya Teze de wekî nûçegihan dest bi xebatê kir. Ez bi qasî 50 salî xebitîm. Ji bo Rêya Teze û Radyoya Rewanê nûçe nivîsand, werger kir, gotar nivîsand û piraniya wan hatin weşandin.” XAÇATUR ABOVYAN Eşo da zanîn ku herî zêde ermenan der barê kurdan de lêkolîn kirine û wiha got: “Ji ber ku her du gel beriya Sovyetan bi hev re jiyane. Piraniya lêkolînerên ermen, kurd bi erênî nirxandine. Bêguman di nav wan de hîn kesên ku xwedî fikra tirk û kurdan bi hev re ermen qetilkirine jî hebûn. Lê piraniya wan her du gel wekî bira nîşan dane. Mînak yên wekî Xaçatur Abovyan, Yerya Zavyan û Obset Orbellî. Xaçatur Abovyan di nav ermenan de xwedî cihekî girîng e. Abovyan kurdan wekî gelekî, wêrek, merd û mêvanperwer bi nav dike. Balkêş e ku Abovyan hemû kurdan wekî wêjevan bi nav dike.” Eşo diyar kir ku gelek rewşenbîrên ku bixwazin der barê kurdan de lêkolîn bikin Abovyan wekî çavnakî nîşan didan û wiha got: “Nivîskarê almanî Moris Vagner bi alîkariya Abovyan der barê kurdan de lêkolîn kiriye. Vagner dema vedigere Almanyayê di nameya xwe de ji Abovyan dixwaze stranên kurdî jê re bişîne. Abovyan di navbera kurdan û Ewropayê de bûbû pirek.” XELAT WERGIRT Wezîrê Eşo bilêvkir ku wî pirtûka Abovyan a bi navê ‘Kurd’ û Êzîdî wergerandiye kurdî û pirtûk di sala 1986’an de hatiye weşandin. Eşo di sala 1985’an de ji ber ku bi navê ‘Axaftinên Dostan’ pirtûkek nivîsandiye ji aliyê rewşenbîrên ermen û kurdan ve hêjayî xelata taybet ya Ereb Şemo tê dîtin. Lê piştre ji ber hin pirsgirêkan xelata Ereb Şemo nayê dayîn û Eşo xelatgirê yekem û dawî ye vê xelatê ye. Eşo diyar kir ku 74 salî ye û hê jî zimanê kurdî fêr dibe û wiha got: “Dema ez peyveke nû fêr bibim, dinivîsim û bi kar tînim.” Evîna kurdî Di sala 1921’ê de ji malbata Bedirxanan Kamil Bedirxan diçe Rûsyayê û ji hikûmetê dixwaze ku li wir perwerdehiya ziman bide. Rêveberiya Herêmî vê pêşniyara Kamil Bedirxan di cih de dibîne û Bedirxan li vir perwerdehiyê dide zarokên kurd. Di wan salan de Kamil Bedirxan Ebdilrezak Bedirxan û ji malbata Şêx Ubeydullah Taha Beg li Makuyê bi navê Yekî Handir tevgereke kurd ava dikin. Dîsa Ebdilrezak Bedirxan li Petersburgê xebatên ziman dimeşîne û bavê Wezîrê Eşo jî li Tîflîsê perwerdehiya ziman dibîne. Wezîrê Eşo dibêje hezkirina wî ya ziman ji bavê wî tê. Eşo perwerdehiya xwe ya sereke li Tîflîsê dibîne û li Rewanê jî di zanîngehê de beşa dîrokê dixwîne. Piştî perwerdehiyê li gundê xwe dibe mamoste û midûriyê dike. Di sala 1958’an de Akademiya Zanistên Rojhilat vedibe, li wê dibe asîstanê Heciyê Cindî û Emînê Evdal. Piştî demekê ji bo perwerdehiyeke baştir diçe li Zanîngeha Lenîngradê beşa kurdolojiyê dixwîne. Bi riya beşa kurdolojiyê gelek berhemên ku ji dema Osmaniyan mayî tên xilaskirin lê tê zanîn ku gelek materyal û berhemên aîdî kurdan ji aliyê Osmaniyan û tirkan ve hatine texrîbkirin. Di nav van materyalan de gelek berhemên wêjevanên kurd yên serdema navîn cih digirin. Bi çîrokên Qersê... Wezîrê Eşo wiha behsa çîroka malbata xwe kir: “Malbata min li Qersê dijiya. Qers di şerê cîhanê yê yekemîn de ketibû destê rûsan. Wekî tê zanîn piştî Şoreşa Cotmehê Rûsya ji şer paşve kişiya. Kazim Karabekîr ev yek wekî firsendekê nirxand û êrîş kir. Wê demê kurdên êzîdî tirsiyan û tevî eşîrên ermenî ku li wir mabûn koçî deşta Rewanê kirin. Ev kurd rastî kurdên Elegezê tên û demekê Osmaniyan êrîşî wir jî dikin û malbata min ji wir jî koçî Tîflîsê dike. Ango jiyana êzîdiyên Serhedê yên wê demê ji ber êrîşên Osmaniyan her tim bi koçberiyê derbas bûye. Bavê min êvaran her tim ji me re çîrokên Qersê digotin. Dema behs dikir her tim wekî welatekî behs dikir. Her çiqas Kurdistan nêzî me bûye jî me her dizanî gelekî dûrî me ye.” © Azadiya Welat |
| |
Friday, December 18, 2009
Jiyaneke bi kurdî kemilî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment