| 18/12/2009 |
| |
| Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, bi daxuyaniyekê, ji sedema terora dewletê ya li dijî gelê kurd, rayedarên Tirkiyeyê hişyar kirin û destnîşan kir ku eger, dewlet treroa li dijî gelê kurd bidomîne, ew ê bersiva bi heman rengî bidin. Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der barê dijwarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP’ê de daxuyaniyek weşand û got: “Derkete holê ku ‘Berlêvekirinên Demokratik’ xapandin e û bi armanca tesfiye kirina Tevgera Azadiya Kurd hatiye destpêkirin. Bi riyên kirêt û terorî hûn dixwazin bi gelê kurd paşde gavan bidin avêtin, hûn xwe dixapînin.” Însiyatîfa Gel, dazanîn ku li dijî meş û reaksiyona gelê kurd a demokratîk, dewlet bi kiryarên terorî û kuştinan bersivê dide û got: "Erdoğan, bi edayeke kasımpaşayî fermana komkujiyê da. Li Amedê Aydın Erdem, li Kop 2, bi giştî 3 şehîdên Demokrasî çêbûn. DTP îradeya gelê kurd e û bi navê gelê kurd di parlamentoyê de cih digirt. Lê bi pêşengiya AKP’ê, li dijî îradeya gel 2 darbe pêk hatin. Gelê me jî, reaksiyoana xwe ya demokratîk pêk tîne.” Însiyatifa Gel, êrîşên faîzane yên kontra û çeteyan bi zimanekî tund şermezar kirin û got: “Em dewleta tirk hişyar dikin. Gelê me ne qurbanê ber kêrê ye.Gelê kurd rêxistin kiriye û xwedî hêza xwe parastinê ye. Eger hûn vê tarora dewletî dewam bikin, bi heman rengî dê bersiva bê dayin.” Însiyatîfa Gel, bang li raya giştî jî kir û bangî kes û derdorên ku xwe wek rewşenbîr û demokrat kir û destnîşan kir ku gelê kurd tê kuştin. Pêwist e reaksiyona gelê kurd baş bê xwendin û nirxandin. Meyda tirk jî di nav de, li hemberî gelê kurd bextreşiyek tê destnîşankirin. Ev tê wateya şerê li dijî biratiya gelan. Binbarî û berpirsiyariya rewşenbîr û demokratan ligel gelê kurd cih girtin e. Însiyatifi Gel a Kurdistanê, têkoşîna gelê kurd ya 20 rojan silav kir û got: “Lê pêwist e bê zanîn ku ev tenê têra bidestxistina azadiyê ne bes e. Pêwîst e em serhildanên xwe berfirehtir û dijwartir bikin. Kurd, destîniya xwe tayin dikin û li dijî zihniyeta faşîst têdikoşin.” Însiyatîfê destnîşan kir ku dirûşma me ‘azadiya Serokatiyê û xwedîlêderketina li DTP’ê’ ye û got: “Çalakiyên me tev meşrû ne. Hedefa hemû partî û saziyên dewletê ne. Em kiryarên terorî yên dewletê û AKP’ê bê bersiv nahêlin.” AMED - ANF |
| |
Friday, December 18, 2009
‘Partî û saziyên dewletê hedef in’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment