| 18/12/2009 |
| |
| Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi mebesta Cejna Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand û cejn li gelê êzîdî pîroz kir. Serokatiya Konseya Rêbever a KCK’ê bi mebesta Cejna Êdî ya gelê êzîdî peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de bal kişand ser pîrozihiya nirxên gelerî û hate gotin ku yek ji wan nirxan jî Cejna Êzî ya gelê êzîdî ye. Di peyama KCK’ê de qala zilm û zordariya li ser gelê êzîdî hatiye meşandin hate kirin û got: “Mêtînkariyê xwestiye ku gelê me yê êzîdî jî tune bike. Lê gelê me yê êzîdî li hemberî vê yekê serê xwe netewandiye û ligel hemû cureyên zextan ên ji bo asîmîlasyon û koçberkirinê li ber xwe da ye û li kevneşopiyên xwe xwedî derketiye.” Di dewama peyamê de Cejna Êzî hate pîrozkirin û banga domandina kevneşopiya berxwedêriyê li gelê êzîdî hate kirin. Serokatiya Konseya Rêveber di peyama xwe ya ji bo Cejna Êdî de bal kişand ser zext û zordariyên dewleta tirk ên li ser gelê kurd û wiha got: “Em demeke ku Rêber Apo avêtine çala mirinê, DTP hatiye girtin û polîtîkayên ji bo qetlîama gelê kurd li Kopa Mûşê xistine dewrê de Cejna Êzî pîroz dikin. Siyaseta helandina hemû bawerî û gelan a di çarçoveya senteza Tirk-Îslamî de berdewam e.” KCK’ê ji gel xwest ku li hemberî vê siyasetê baldar be û anî ziman ku Cejna Êzî dê bibe roja berxwedana li hemberî zilmê û xwedîlêderketina li Rêber Apo. BEHDÎNAN - ANF TEVDA: Cejna Êzî pîroz be! Tevgera Êzîdiyên Demokrat (TEVDA), bi daxuyaniyekê Cejna Êzî li hemû Êzidiyên Cîhanê pîroz kir. Serokatiya TEVDA'yê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Êzî li hemû cîhana Êzidiyan, gelê kurd û Rêberê PKK Abdullah Ocalan pîroz kir. TEVDA, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Civak bi çand, huner, exlaq û nirxên xwe yên rewanî hene. Bi qasî ku ew civak bikaribe van nirxên xwe biparêze ew qas dikare hebûna xwe biparêzin. Gelê kurd jî bi hezar salan hebûna xwe parastine. Bi taybetî civaka Êzidî bi hewldaneke bêhempa û serbilindî çand, ol, bawerî û nirxên xwe yên netewî parastiye. Lê îro gelê kurd û bi taybet jî cîhana Êzidî civan nirxên xwe tên dûrxistin. Dîsa civaka Êzidî li hemberî hemû înkar û tunekirinan li bi serbilindî li ber xwe didin. Divê mijarê de rola Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistan serekeye" ŞENGAL © Azadiya Welat |
Friday, December 18, 2009
‘Cejna Êzî berxwedan e’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment