Wednesday, December 2, 2009

‘Berxwedaneke dîrokî ye’


02/12/2009

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Nûredîn Sofî, bi mebesta salvegera damezrandina PKK’ê, di pîrozkirinên cûda yên gerîla axaftin kirin û kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zordestiya dewleta Sûriyeyê ya li dijî gelê kurd û girtiyên azadiyê bi tundî rexne kirin.
Nureddîn Sofî, got ku ne Tirkiye û ne jî Sûriye, bi van kiryarên xwe yên zordest wê bi ser nekeve û girtiyên di greva birçîbûna zindana Edra de silav kirin.

Berdewama rihê berxwedêr e
Nureddîn Sofî, li ser greva birçîbûna li zindana Şamê Edra rawestiya û got: “Çalakiya greva birçîna li zindana Erda, berxwedaneke dîrokî ye. Greva birçîbûna li zindana Edra, berdewama pêşengên PKK’ê yên li zindana Amedê ye û xeleka giring ya azadiya gelê kurd e.”
Fermandarê HPG’ê Nureddîn Sofî der barê siyaseta Sûriyeyê de jî got: “Deshilatdariya Sûriyeyê bûye dûvê siyaseta dewleta tirk. Bi her kiryarên xwe ve, siyasetên paşverû û şovenîst yên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd teqlîd dike. Deshilatdariya Sûriyeyê kesayetiya xwe winda kiriye. Beşar El Esed, li gor siyasetên desthildarên Tirkiyeyê tevdigere. Ji aliyekî ve, banga vegerê li şervanên me dike û dibêje, ‘heger vegerin ew nayên girtin’, li aliyê din ve zordestiyeke mezin li ser gelê kurd û li ser girtiyên azadiyê dide meşandin. Mafên herî biçûk ên rewa yên kurdan erê nake. Ew bi xwe re dikeve nava nakokiyan.”

‘Daxwazên herî mirovahî ne’
Nureddîn Sofî li ser daxwazên girtiyên çalakiya grêva birçîbûnê didomînin jî wiha dewam kir: “Hevalên di grêva birçîbûnê de, daxwaza mafên xwe yên rewa yên însanî dikin. Lewra serî li riya grêva birçîbûnê dan. Her roja diçe jî, rewşa girtiyan ber bi talûkeyê ve diçe. Pêwist e deshilatdariya Sûriyeyê bersiveke erênî bide û dev ji siyasetên bextreş berbide û di demeke kin de girtiyên azadiyê tevan serbest berbide.”

‘Berxwedêran bi tenê nehêlin’
Fermandarê giştî yê Hêzên parastina Gel Nureddîn Sofî, greva birçîbûna girtiyên Edra ya dîrokî silav kir û piştgiriya xwe destnîşan kir û bang li gelê kurd û eniyên demokratîk tevan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya mafdar ya girtiyan û zexta dewleta Sûriyeyê ya li dijî gelê kurd, protesto bikin.

Rêveberiya Şamê hişyar kir
Nureddîn Sofî, desthilatdariya Sûriyeyê jî hişyar kir û got: “Dewleta Sûriyeyê bi van kiryarên xwe gelên Sûriyeyê parçe dike û gelê kurd û ereb tîne hemberî hev. Guman tê de nîn e ku ev siyaset, ji bilî xerabî û tevliheviyê teştekî nayîne. Pêwîst e rayedarên Sûriyeyê daxwazên girtiyan erê bike û zext û zora li dijî gelê kurd bide rawestandin. Rewşa girtiyan her roja diçe ber bi xerabûnê diçe. Pêwist e neyê jibîrkirin ku, eger rewşeke xerab were serê girtiyan wê bandoreke mezin a neyînî li têkiliya kurd û desthiladariya Sûriyeyê bike.”

‘Dîrokê ji bîr nekin’
Nureddîn Sofî herî dawî got: “Divê ku deshilatdariya Sûriyeyê û Başar El-Esad, têkiliyên dîrokî yên navbera gelê kurd û ereb de biparêze. Hêvî ew e ku Beşar Esad xizmetên gelê kurd û pişgiriya ji bo doza erebî kiriye ji bîr neke. Pêwist e li hemberî xizmetên gelê kurd, bi rêz bin û biratiya gelê kurd û ereb û rola berxwedana wan ya li dijî dagirkeran ji bîr neke.” BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment