02/12/2009 |
|
'Nebaşkirina şertên Ocalan provokasyon e' Bertek û nerazîbûnên li dijî şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmralî her ku diçin zêde dibin. Bi bertekan re nivîskar, rewşanbir û parlementeran jî bertek nîşan da û xwest mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêne başkirin. Prof. Dr. Erol şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmralî provokatif nirxand û wiha got: "Em agahiyên nebaşbûna Ocalan di çapemeniyê de dibihîzin. Dibêjin em dê mercên Ocalan baş bikin, lê me dibînin ku şertên Ocalan xirabtir dibin. Xistina odeya 6 mertekare ji aliyê navneteweyî jî nayê qebûl kirin. Ev nêzîkbûn wekî provokasyonê ye." Divê rewş bê guhertin Katircioglu ku ev rewş bi doza Ergenekonê ve girêda wiha axivî: "Lazime destûr ji bo tevgerên provokatîf neyê dayîn. Buyerên dawiyê nerehetiyek mezin didin avakirin. Nepixandina pêşwazîkirina li xaburê û sorkirinên gel ên li Îzmîr û Çanakkaleyê jî, bi serê xwe nebûn. Wan keçikên, li Îzmîrê kevir diavêtin û ev mirovên li wir diyar dibû ku ji derevê hina anîbûn wir. Kesên hewl didin neteweperestiya tirk sor bikin hene, lê ev kesane bi ser neketine. Lazime rewşa Ocalan a niha bêguhertin. Di pêvajoyek wiha de ku diviya cihê wî bihatana baş kirin, girantirkirina rewşa wî nayê qebûlkirin û nêzîkatiyek provokatîf e. Lazime heyet navneteweyî biçe gravê. Li gorî rewşa niha, dê nehêlin heyek ji Tirkiyeyê biçe wir. Teqez divê rewşa li wir bê guhertin." ‘Pêkutiyan tên zêdekirin’ Nivîskar Temel Demîrer jî, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi nêzîkatiya hikûmetê ya hewldana kurd ve girêdayî ye û wiha got: "Ev proje ji daxwazên neteweyî yên kurdan zêdetir, proje van daxwazan li derve bihêle ye. Ev proje tevgera qedandinê ye." Demîrer, diyar kir ku ev projeya qedandinê di navbera artêş, AKP'ê û çepgirên nav pergalê li ser 3 lingan tê meşandin û ev tişt gotin: "Ev qedandin operasyonek bi şîdet û berfireh e. Ev yek dibe sedema nerazîbûna mafdar a gelê bi rumet ên kurd." Demîrer, rewşa xerapkirina Ocalan jî bi vê yekê ve girêda û wiha dom kir: "Ez .bi gotinên 'Em rewşa Ocalan baş dikin' ve bawer nakim. Başbûnî gelekî tiştan hînd girantir kirine. Pirsgirêka kurd di pêvajoya li pêşiya me dê dîsa bi muhalefeta ji gel û bi rê û rêbazên wan ve bên çareserkirin. Ev tevgera qedandinê ye. Herî dawî bira hewldana çareserkirinê bi wan pêkutiyan bi dawî bû." Rêgeza hevpariyê... Endamê Komîsyona Mafên Mirovan ê parlamentoyê yê berê Mehmet Bekaroglu jî li gorî lêkolînê kîrî de Girtigeha Tîpa F a lî Îmraliyê çêkirî li gorî Girtîgehên Tîpa F ên din hêj bûçûktire û hine hikumxwar birine odeyên wê. Bekaroglu, diyar kir ku divê şertên Ocalan li gorî Rêgeza Hevparî ya di Makeqanûnê çêbikin. Bekaroglu, bal kişande ser Rêgeza Hevparî ya di qanûnan de û wiha got: "Dema ku mafên ji bo girtiyên din nedin Ocalan wê demê makeqanûn tê binpêkirin. Wê demê peymanên navneteweyî tên tepisandin." Bekaroglu ani ziman ku pirsgirêk tenê pirsgirêka huquqî nîne û pirsgirêkekî siyasiye û wiha domand: "Ev mijare, mijara maf û hiquqê nîn e ya siyasî ye." Bekaroglu bi birxist ku CPT'ê berê jî lêkolîn kiribûn û şertên niha yên 'başbûnê' li gorî lêkolînên wan hatiye kirin. Bekaroglu, destnişan kir ku ji bo ku şert musaîdîn an ne divê careke din bên kontrol kirin. Bekaroglu da zanîn ku berê heyan niha şertên li Îmraliyê dijî Rêgeza Hevpariyê ya di makeqanûnê daye û her tim bi hinçeta "ewlehî" ev pergal tê parastin. ENQERE (DÎHA) |
Wednesday, December 2, 2009
‘Hewldanên provokatîf in’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment