02/12/2009 |
|
Kenan KIRKAYA – ENQERE / DÎHA Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, ji ber bûyera Îzmîrê rexne li AKP'ê kirin û diyar kir ku ji ber tedbîr negirtine AKP sûcdar kir. Turk got ku bi vê êrîşê hatiye xwestin ku peyama "DTP û MHP siyaseta dijber dikin. Em jî ji bo Tirkiyeyê misogeriya îstikrarê ne" bê dayîn. Tirk der barê şert û mercên Ocalan de jî hikûmet hişyar kir û anî ziman ku divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin. Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk anî ziman ku bi salan e kurd hatine înkarkirin. Îro înkar nakin lê dibêjin mafê wan tune ne. Dema em bi baldarî binêrin em dê bibînin ku înkarek zirav didome. Her tim dibêjin kurd birayên me ne. Lê di vê biratiyê de mafên kurdan, mafê gelekî tune ne. Ev biratî wekî pareyek tirkbûnê tê tarîfkirin. Di vir de jî kurd dîsa tên înkarkirin. Qebûl nakin ku mafên wan hene. Ji ber vê yekê jî çareserî mimkûn nabe. Turk di dewama van gotinan de wiha got: “Kurd gelekî cuda ne û mafên wan ên gelemperî hene. Dixwazin mafên kesayetî bidin lê kurd sed sal e ji bo mafên kesayetî tênakoşin û bi tiştek wiha jî qayîl nabin. Ji ber vê yekê niqaş derkevin. Ger ku pirsgirêkê wekî pirsgirêka gelek û maf û azadiyên wî gelê qebûl bikin dê pirsgirêk jî kêm bin.” Dixwazin çi bikin? Turk diyar kir ku formul û feraseteke AKP'ê ya çareseriyê nîn e, lê dizanin ku bi vê yekê pirsgirêk çareser nabe û nikarin vê pêvajoyê bibin serî û wiha pê de çû: “Lewma DTP kirine kursiya bersûciyê. Dixwazin peyama "Me dixwast em hin tiştan bikin lê DTP'ê pêşî lê birî" bidin. Ango dixwazin xebatên me, daxwaza me ya demokrasiyê bi karbînin an jî cuda bidin nîşan dayîn û faturaya ne serkeftina pêvajoyê bikin para me. Dê ji gel re bêjin, "DTP'ê gav neavêt, piştgirî neda, li hemberê vê pêvajoyê ye". Dixwazin bi van gotinan xwe ji berpirsiyariyê xilas bikin.” Dek û dolabên AKP’ê ‘Bûyera Îzmirê mirov dide fikirandin. Li wir tenê MHP tune bû. Derdorên statukoparêz û hikumeta AKP'ê ku li hemberê îhtimala êrîşan tedbir negirtin jî ji bo van êrîşan bû bingeh û xizmeta vê yekê kirin. Hêzên ewlekariyê tu tedbîr negirtin.’ Turk di dewama van gotinan de wiha got: “Dixwestin bi vê yekê peyama wekî "DTP û MHP hêzên dijberin em jî hêza ewlehî û îstikrarê ne" bide. Xwe li navendê bi cîh kir û bi tirsandina derdorê jî xwest ku cardin dengan bi dest bixe.” Ji bo Çîçek çi got? Turk gotinên Cemîl Çîçek û Huseyîn Çelîk jî nirxandin û got; niyetên wan aşkera bûn. Û dema gotinên wan tînin ba hev, tê dîtin ku polîtîkayeke zirav dimeşînin. Turk got, em naxwazin partiya me bê girtin û wiha pê de çû: “DTP’ê gelek tişt li siyaseta Tirkiyeyê zede kirine. Li Tirkiyeyê keviran ji cîh kiriye, gelek mijarên ku wekî tabû hatine hesibandin aniya rojevê. Hebûna DTP'ê demokrasiya Tirkiyeyê xurt dike. Lewma em gotinên "DTP dixwaze xwe bide girtin" etîk û exlaqî nabîn in. Kijan parti dixwaze bê girtin? Lê li vir dar didin nîşanê me, me tehdît dikin û dibêjin 'hun xebatên xwe bidonîn emê partiya we bigrin' Em li hemberê vê helwestê bê deng namînin û bila kes jî nebêje ku DTP li hemberê van tehdîtan ji baweriyên xwe vegere. Ji ber ku em ji bo pêkanîna baweriyê hene.” ‘Kesayetiyeke girîng e’ Hevserokê DTP’ê Turk li ser girankirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girankirin jî rawestiya û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê hesasiyetên kurdan jî li ber çavan bên girtin. Birêz Ocalan ji bo kurdan kesek girîng e. Lewma divê di pêvajoya çareseriyê de ev yek li ber çavan bê girtin. Lê li gel ve yekê cîhê 12 metrekareyan bikin 6 metrekare, şertên wî zihmettir bikin, hunê pêşiya pêvajoyê bigirin. Divê hikûmet hîn gavên rasteqîn bavêje. Ev helwest rika gel zêde dike, li ser PKK'ê bandorek neyînî dike, lewma ev kirin û pêkhatin ne rast e. Divê di nav 72 milyonan de hesasiyetê kurdan li ber çavan bên girtin. Ji bo kurdan hesasiyeta herî mezin jî Ocalan e. ‘Ji çûna DYA’ yê pûç e’ Turk di dawiya gotinên xwe de serdana Erdogan a ji bo Amerîkayê ku dê di 7’ê kanûnê de pêk bê jî nirxand û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê bizanibe ku bê kurd çareserî ne mimkûn e. DTP di nav siyasetê de ye, li meclîsê xwediyê komekî ye. Di nav civaka kudan de ye û herî baş daxwazê kurdan ew dizane. Niha di pozisyonek wisa de ye ku amedeye ji bo çareseriyê rolek girîng bilîze. Lê hun bi DTP'ê re hevdîtin nekin, bi aktorên pirgsirêka kurd re nekevin nav temasê hun nikarin li Iraq, Îran û DYA'yê pirsgirêkê çareser bikin. Em elbette girîngiya têkiliyên navnateweyî dizanin û bandora DYA'yê ya li ser Rojhilata Navîn jî dizanin. Lê ger ku hêzên li derveyê welat dixwazin di vê pêvajoyê de rolek bilîzin divê daxwazên kurdan li ber çavan bigrin û li gor vê yekê bi hikûmetê re bikevin têkiliyê. |
Wednesday, December 2, 2009
‘Ocalan hesasiyeta kurdan e’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment