Lijneya Koordînasyona Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî (TZPKurdî) encamanameya civîna xwe ya du rojan aşkera kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku dê dest bi "Qampanyaya axiftina kurdî" bikin, dê li Amedê mitînekekî ziman bikin û bi mihrîcanekê Cejna Zimanê Kurdî li Cizîrê bê pîrozkirin. Di encamnameyê de bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev yek wekî "provokasyon" bi navê kirin.
TZPKurdî ecnamanameya civîna xwe ya di navbera 24-25'ê mijdarê ya li Amedê kirî aşkera kir. Lijneya Koordînasyona Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî (TZPKurdî) di encamnameya civîna xwe de bal kişande ser nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd û nêzîkahiyên rayerdarên dewleta tirk ji bo xapandina gelê kurd e. Disa di encamnameyê de rewşa Rêberê PKK Abdullah Ocalan ya li Girava Îmraliyê û pêkutiyên demên dewî wekî provokasyon hate bînavkirin. Di encamnameyê de bang li rayedarên dewletê hate kirin ku dest ji polîtîqayên qirêj berdin û ji bo aştiyekî manyînde divê vîna gelê kurd nas bikin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Listikên dewletê yên li ser zimanê kurdî didomîn. Mafê gelê kurd yê xwezayî yê perwerdehiya zimanê zikmakî nadin."
'Ji bo RTUK'ê mezin be jî, ji bo kurdan bûçûk e'
Di encamanameyê de ji bo guhatina rêzîknameya RTUK'ê jî ev nîrxandine hate kirin: "Ev biryare jî bo rayedarên dewletê gavekî mezin be. Lê ji bo gelê kurd gavekî gelekî bûçûk e. Lewma gelê kurd bi şert û mercên xwe ev yeke afirand. Ji bo ku gelê kurd bi hezêkî xurtir xedî li zîmanê xwe derkev û pêşvebibe divê tekoşînek bêhempa bide.
'Qampanyaya axiftina kurdî'
Di encanameyê de bang li hemû saziyên kurdan û kesên zimanas hate kirin ku kurdî hînbibin û pêşve bibin. Lijneya Koordînasyona Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî (TZPKurdî) di civîna xwe ya du rojan de ev biryar girtin:
"* Di nava salekê de li Amedê ji bo ziman mitingek bê lidarxistin.
* Îsal Cejna Zimanê Kurdî dê li Cizîrê bi mihrîcanekê bê pîrozkirin.
* Di dibistanan de qampanayaya axiftina kurdî bidin dest pê kirin.
* Konferansa Hişmendiya kurdî bi tevlîbûna kesên nevneteweyî bê kirin.
* Komên xebatên perwedehiyê û ziman yên di bin banê KCD bên avakirin.
* Meclîsên Zimanê Kurdî di bin banê KCD bên avakirin.
* Qampanyaya TZPKurdî ya daxwaznameyan daye dest pêkirin ji aliyê ciwanan ve hêj bê xurtkirin û bi meşên girseyî hej bi hêz bikin.
* Di dest pêka sersalê de bi qampanyayekê di serî de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo girtiyên din hemûyan qartên bi kurdî yên ser salê bên şandin.
* Di malên girêdayî şaredariyan ên perwerdehiyê de perwerdehiya kurdî dê bê dayîn.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment