Serok komarê dewleta tirk Abdullah Gul dijwarkirina şertên jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nedîtî ve hat.
Gul, kurdistaniyên nerazîbûnên xwe yên li hemberî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê tînin ziman jî, hedef nîşan dan û bi gotina 'polîs wê yek bi yek hemûyan kom bike' jî, peyamek da polêsan.
Gul, bêyî ku behsa dijwakirina şertên jiyanê yên Ocalan bike û guh bide bang û daxwazên kurdistaniyan, kurdistaniyên nerazîbûnên xwe nîşan didin, gunehbar kirin.
Gul got, polîs û cendirme wê ya pêwist bikin û ne yekser be jî, wê yek bi yek çalakgeran bigirin û wan derxin pêşberî dadgehê.
Ev gotinên Gul, ên pirsgirêka kurd, hewaleyî polês û cendirmeyan dike, rojnamevanên li wir amade bûn jî, şaş û metel hiştin.
Gul, li ser pirseke derbarê hewldanên hukumeta tirk ên qaşo ji bo çareseriyê jî, îdîa kir ku 'êdî li ti deverê cihê PKK'ê nemaye û eger teslîm nebin, wê hêzên ewlekariyê tiştên pêwist bikin.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment