Endamên Komên Aştiyê ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qendîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, piştî Navçeya Bazidê li Navçeya Diyadînê jî bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Endama Koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî, bakişand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Lazime pêkutiyên li ser Ocalan bi dawî bibin. Divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku Birêz Ocalan temînata aştiyê ye." Piştî pêşwazîkirinê girseya ku meşiya rastî mudexaleya polîsan hat û kesek birîndar bû û 5 kes jî hate binçavkirin.
Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyana ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê, piştî Îdîr û Navçeya Bazidê ya Agiriyê derbasî Navçeya Diyadînê bûn. Di saetên sibê de ji endamên Koma Aşîtiyê Gulbahar Çîçekçî, Nizar Buldan, Nurettîn Turgut, Hamiyet Dînçer û Endamê Koma Aşîtiyê yê ku di sala 1999'an de bi banga Ocalan hatin Tirkeyeyê Mehmet Şîrîn Tunç, di ketina navçeyê de ji aliyê konvoyan mezin ve hatin pêşwazîkirin. Di Pêşwazîkirînê de panqartên "Mîmarê aştiyê yê, birûmet Birêz Ocalan", "Hûn bi xêr hatin qasidên aştiyê", "Ciwan fedaiyên Ocalan in" vekirin û dowîzên "Birêz Ocalan zimanê aştiyê ye", "Em çala mirinê qebûl nakin" jî hilgirtin û pişt re endamên komê bi dirûşmeyên hatin berzkirin derbasî ber avahiya Rêxistina DTP'ê bûn. Endamên Komê ku li ser wesayîta hilbijartinê bûn, dayikên aşîtiyê gul çîçek dan wan. Endama Koma Qendîlê Gulbahar Çîçekçî, diyar kir ku lazime di çareserkirina pirsgirêka kurd de nûnerên gelê kurd muhatap bên girtin û wiha axivî: "Navnîşa vê çareseriyê Îmrali û Qendîl e. Em ne ji bo teslîmbûnê û ne jî ji bo teslîmgirtinê hatine vir. Em li ser banga Birêz Ocalan ji bo pêşiya pêvajoya aşîtiyê vebe hatin vir. Lê hind hêzên ku naxwazin vî gelê fam bikin hene. Lazime em Birêz Ocalan azad bikin. Ji ber ku azadiya wî misogeriya aşîtiyê ye." Çîçekçî, balkişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest rewşa Ocalan bê başkirin. Çîçekçî wiha domand: "Em ji bo têkoşîna aşîtiyê bi biryar in. Lê ger çalên mirinan dom bikin, em dê hemû di vê mijarê de bikevin nava zorahiyan. Ji ber vê yekê jî lazime hikûmet û dewet guh bidin qêrina gel."
"Gelê kurd dê destûr nete kirinên nebaş'
Endamê Koma Maxmûrê Nurettîn Turgut jî anî ziman ku piştî hatina wan dibêjin dê hêdî hêdî gelê maxmûrê werin Tirkiyeyê û wiha got: "Heta ku daxwazên gelê Maxmûrê pêk neyên gelê Maxmûrê nayên. Li aliyekî dibin mercên aştiyê pêk hatine, li aliye din jî şert û mercên Brêz Ocalan girantir dikin. Bi vî rengî em naxapin. Niha şerwa Brêz Ocalan di navde rewşek pir talûke ye. Kes nikare roja me tarî bike. Gelê kurd destûr nade vê yekê."
Endamê 1'emîn Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tunç jî diyar kir ku di sala 1999'an de komek ji Qandîlê û komek jî ji Ewropayê hatin, lê hatin girtin û riya wan a ji bo xebatên aştiyê hate girtin. Tunç, da zanîn ku dîsa bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 komên din hatine û lê dîsa astengiyan ji wan re derdixin.
Piştî axaftinan, bi hezaran kesên bi armanca tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dest mi meşê kirin. Girseya dest bi meşê kir camê Banqa Zîraatê û Postexaneya Navendî şikandin. Polîsên li ser kolanê barîkat danîbûn bi bombeyê gazê mudaxaleyî girseyê kirin û pevçûn pêk hat. Di pevçûnê de kesek birîndar bû û 5 kes jî hatin binçav kirin. Çalakiyên li taxan belav bûn didomin.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment