Wednesday, December 2, 2009

Li Amed û Şirnexê 2 jin hatin kuştin

Li Amed û Şirnexê 2 jin hatin kuştin
Li Navçeya Lîceyê ya Amedê jina bi navê Songul Aras (25), ji aliyê hevserê wê ve hate qetilkirin û li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, jina bi navê Mevlîde Garan (22) ku li hemberî zewicandina bi zorê derket, bi awayekî gumanbar hate kuştin.

Şîdeta li hemberî jinê ku li hemû qadên jiyanê didome, li herêmê li hemberî jinan "Dinava malbatê de" bi awayekê pergalî tê meşandin. Li hemberî şîdeta û kuştinên jinan jî negirtina tedbîran, asta şîddetê dibe asta mirinê. Mînakan van nêzîkatiyan ên herî dawî li navçêyên Lîceyê ya Amedê û ya Cizîrê ya Şirnexê hate jiyandin. Piştî 25'ê Mijdarê Roja Hevgiriya Jinê û Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Dijî Jinê ya Navneteweyî, di 26'ê mijdarê de li Gundê Gavnor ê li Navçeya Lîceyê ya Amedê di navbera jina bi avê Songol Aras (25) û hevserê wê Çerkes Aras de nîqaş derketin. Dayika 3 zarokan Aras, pîştî hevserê wê lêda, bi çeka pompayî gule bera sînga wê da û ew kuşt. Çerkes Aras ku hevesera xwe kuşt zaroka xwe ya 6 mehî jî xist odeye û derî li ser girt. Aras, pişt re jî cilên bi xwîn ên li ser hevsera xwe derdixe û ji mal dertê. Aras, li birayê xwe digerê û dibêje "Min hevsera xwe kuştiye, here li mal binêre" birayê Aras jî agahiyê dide cendirmeyan û li gel 6 roj di ser buyerê de derbas bunê hîna jî Çerkes Aras nehatiye dîtin. Cenazeyê Songul Aras jî, di 27'ê mijdarê de bi beşderiya malbat, xizmên wê û gundiyan li bi merasîmekê li Goristana Yenikoyê ya Amedê hate veşartin.

Li Cizîrê jî mirina bi guman

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, jina bi navê Mevlide Garan (22) ku destûra bi heskiriyê xwe re bizewice nedanê û hate xwestin bi zorê bê zewicandin jî, di 29'ê mijdarê de li ser tahtên Caferî Sadik mirî hate dîtin. Hate ragihandin ku Garan ji aliyê malbata heskiriyê xwe ve rastî lêdaneke dijwar hatiye û pişt re bi malbata xwe re jî ketiye nava nîqaşan û rastî şîdeta malbata xwe hatiye û ji mal reviya ye. Garan, piştî ku ji mal reviyê bi 2 rojan cesedê wê li ser tahtên Caferî Sadik hate dîtin. Hate îdîakirin ku ev mirina bi gumanbar întîhar e. Lê hind şahidên buyerê, îdîa kirin ku dayika Garan, gotiye "Ev doza namûsê ye bila kes xwe tevlî neke". Hind şahidên buyerê jî, îdîakirin ku li ser laşê Garan, şopên lêdan hebûne û li ser sitiyê wê şopên ku di encama zordayînê çêbûne dîtine. Cenazeyê Goran ku rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, dê piştî otopsiya bê kirin sedema mirina wê diyar bibe.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment