Piştî bi îdamê qetilkirina girtiyê kurd Îhsan Îsmaîl Fetahiyena ya d i 11'ê mijdarê de paşverûtiya Îranê ya hovane zêdetir derket holê. Lê niha 13 girtiyên kurd li benda dardakirinê ne. Her wiha ji van 3 li ber îdîamê ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (IA) bi bangekê daxuyand ku Zeynep elalyan, Habîbullah Latîfî û Şêr ko Muarîfî li ber îdamê ne û banga hîstiyariyê kir.
Zordarî û paşverûtiya dewleta hova ya Îranê bi dawî nabe. Piştî bi îdamê qetilkirina girtiyê kurd Îhsan Îsmaîl Fetahiyena ya di 11'ê mijdarê de ku li Girtîgeha Sanandajê wekî girtiyê doza PJAK'ê ye, paşverûtiya Îranê ya hovane zêdetir derket holê. Lê niha 13 girtiyên kurd li benda dardakirinê ne. Her wiha ji van 3 li ber îdîamê ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (IA) bi bangekê daxuyand ku Zeynep elalyan, Habîbullah Latîfî û Şêr ko Muarîfî li ber îdamê ne û banga hîstiyariyê kir. IA'yê berî îdamkirina Fetehiyan bang li dewleta paşverû kiribû ku îdama kurdan bide rawestandin.
IA'yê bangek nû kir
IA'yê bi bangek nû balikşand ser rewşa girtiyên kurd Habîbullah Latîfî, Zeynep Celaliyan 3u Şêrko Muarîfî daxuyand ku ev kes li ber îdamê ne. Her wiha hate daxuyandin ku Îranê demek berî niha girtiyên kurd ên bi îdamê hatine cezakirin, birine girtîgehên din û dixwaze bi van tiştan pêşiya bertekan bigire. Her wiha di daxuyaniyê de ev sewqkirin wekî nêzîkbûna îdaman jî hate nîşan dan. Di daxuyaniyê de rewşa Zeynep Celaliyan ku hefteya borî bi darizandine 5 deweyan bi îdamê hatibû cezakirin û 13 girtiyên kurd jî bi berfirehî cih girt.
'Îran mîsîlemeyê dike'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Îran van îdaman ji ber têkoşîna kurdan a li Kurdistanê zêdebûyî dike. IA'yê destnîşan kir ku piştî Fethiyan, Îran amadekariyê dikeku Celaliyan, Muarîfî û Latîfî jî qurbanî vê ferasetê bike. Di daxuyaniya IA'yê di malpera xwe ya fermî de weşandî de sedema cezakirina Zeynep Celaliyan a wekî "Tu li dijî Xwedê hatî" destnîşan kir û daxuyand ku ev derewa rejîma Îranê nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî gotinên Fethiyan ên berî bê îdamkirin pêkane ku rastî îşkenceyê hatibe.
'Ceza nayên temyîz kirin'
Li ser mijara daraza Îranê ya paşverû û hişkbawer jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Her çiqas girtiyên kurd îdîayên hatine gotin qebûl nekin jî ji ber van îdîayan bi îdamê tên cezakirin. Ev girtiyên kurd nikarin tu mafên xwe bikar bînin. Her wiha mafê parastinê yê girtiyên kurd ji dest tê girtin. Temyîzkirina cezayê tê dayîn jî tune ye. Sedema cezakirina Zeynep Celalyan, awayê darizandin û îdîayên heyîn diyar dike ku tu hiqûq nayê bi cih anîn. Mafê parastinê nayê dayîn û destûra parêzeran jî ji xwe ji bo kurdan tune ye." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Îranê zarokan jî îdam dike û navên girtiyên kurd ên bi îdamê hatine cezakirin jî hatin rêzkirin. IA'yê ji bo girtiyên kurd Enver Hüseyîn Penahî, Ahmet Muhammed, Huseyîn Khezrî, Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan, Erselan Evliyayî, Hebîbullah Letîfî, Fesîh Yasemînî, Rustem Arkiya, Şerko Maarfî, Ferhat Çaliş, Enver Rostemî, Şakîr Bakî, Ramazan Ahmet û Zeynab Celaliyan banga hîsityariyê kir.
Her wiha di daxuyaniyê de sicîla rejîma paşverû ya qirêj jî hate bi bîrxistin ku di dema şerê Îran-Iraqê de li girtîgehan li hemberî êsîrên şer komkujî pêk aniye.

No comments:
Post a Comment