Biryara girtina DTP'ê di rojnameya fermî de hate weşandin
Biryara Dadgeha Makezagonê ya derbarê girtina DTP'ê de, di Rojnameya Fermî ya îro de hate weşandin. Di rojnameyê de, biryara Lijneya Wezîran a tasfiyekirinê ji hêla Wezareta Maliyê ve bê kirin cih girt, lê biryara bi sedem cih negirt.
Biryara Dadgeha Makezagonê ya girtina DTP'ê di Rojnameya Fermî ya hêjmara îro de bi avayekî kurt hate weşandin.
Di biryara ku di rojnameyê de hate weşandin wiha hate gotin: "Partiya Civaka Demokratîk (DTP), çalakiyê wê û têkiliyên wê yên bi rêxistinên dijzagonî li ber çavan hatine girtin û li gorî vê yekê bûye navenda çalakiyên li dijî yekîtiya welat û milet. Ji ber vê yekê li gorî xala 68'emîn û 69'emîn a makezagonê a hêjmar 2820'an û xalên 101 û 103'yan ên Zagona Partiyên Syasî biryara girtinê hatiye dayîn." Di rojnameyê de têkildarî qedexeyên siyasî jî wiha hate gotin: "Endam û sazûmankarê vê partiyê ku bi daxuyanî û tevgêrên xwe bûne sedema girtina vê partiyê; Abdulkadîr Firat, Abdullah Îsnaç, Ahmet Ay, Ahmet Ertak, Ahmet Turk, Alî Bozan, Ayhan Ayaz, Aydin Budak, Ayhan Karabulut, Aysel Tugluk, Bedrî Firat, Cemal Kuhak, Denîz Yeşîlyurt, Ferhan Turk, Fettah Dadaş, Haci Uzen, Halît Kahraman, Hatîce Adibellî, Hîlmî Aydogdu, Huseyin Bektaşoglu, Huseyîn Kalkan, Îbrahîm Sunkur, Îzzet Belge, Kemal Aktaş, Leyla Zana, Mehmet Salîh Saglam, Mehmet Veysî Dîlekçî, Metîn Tekçe, Murat Avci, Murat Daş, Musa Farisogullari, Mustafa Tuç, Necdet Atalay, Nurettîn Demîrtaş, Orhan Mîroglu, Sedat Yurttaş û Selim Sadak li gorî fikra 9'emîn a xala 69'emîn a Makezagonê ji destpêka biryara bi sedem di rojnameya fermî de bê weşandin heta 5 salan nikarin siyasetê bikin. Her wiha heta 5 salan nikarin bibin endam, rêveber û sazûmankarê partiya siyasî. Dîsa, ji bo Parlementerê Mêrdîn Ahmet Turk û Parlementera Amedê Aysel Tûgluk ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe ku bûne sedema girtina partiyê li gorî fikraya dawî ya xala 84'an a makezagonê piştî biryara bi sedem di rojnamya fermî de hate weşandin biryara bidawîkirina parlementeriya wan hatiye dayîn."
'Tasfiyekirina DTP'ê dê ji aliyê Wezareta Maliyê ve bê kirin'
Di nivîsê de hate diyar kirin ku dê hemû malê DTP'ê derbasî xezînê bibe. Di nivîsê de hate destnîşan kirin ku li gorî xala 107'an a Hêjmar 2820'an a Zagona Partiyên Siyasî, biryara malê DTP'ê derbasî xezîneyê bikin hatiye dayîn. Di nivisê de wiha hate gotin: "Li gorî Zagona Partiyên Siyasî, di 11.12.2009'an de şandina tasfiyekirinê ya ji Wezîrê Maliyê û Dozgeriya Darazê re bi yek dengî biryar hatiye dayîn. Di dojnameyê de hate diyarkirin ku biryara hemû malê DTP'ê derbasî xezineyê bikin jî hatiye dayîn.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment