|
Hevdîtinên butçeyê ku îro dest pê dikin û heta 26'ê kanûnê didomin ên 2010'an îsal bi boneya girtinê bêyî DTP'ê dest pê dikin. Di du salên borî de DTP'ê bi xebatên xwe muhalefetek mînak nîşan dabû.
Hevdîtinên butçeyên yên sala 2010'an bi boneya ji hêla Dadgeha Makezgonê ve hate girtin, bêyî DTP'ê dest pê dikin. Hevdîtin dê îro dest pê bikin û heta 26'ê kanûnê bidomin. Li ser bûtçeyê partiyên li Meclisê dê nêrînên xwe bînan ziman û rexneyan bikin. Li ser navê Hikûmetê jî Erdogan dê bersivê bide rexneyan. Di 17'ê kanûnê de jî butçeya Parastina Neteweyî dê bê nirxandin ku bi boneya her tim zêde pere jê re tê veqetandin û ev pere ji bo şerê li hemberî kurdan diçe, dibe sedema rexneyan.
DTP'ê muhalefeta butçeya leşkeriyê dikir
Bi taybetî di du serdemên borî de DTP'ê di dema hevdîtinên butçeyan de muhalefetek dijwar dikir û dixwest butçe ji bo civakê bê veqetandin. Ji ber biryara girtinê DTP di van hevdîtinên butçeyê de cih nagire. Bi taybetî di salên borî de bi boneya piraniya butçeyê ji bo parastinê ji leşkeran ve tê veqetandin, DTP li dij derdiket. DTP di dema hevdîtina de dê li bajaran kurdan xebatên vegera sîneyî mîllet bimeşîne. DTP'ê du meh berî niha dest bi xebatên butçeyê kiribû û dixwest butçeya ji bo parasinê ku li dijî kurdan tê bikar anîn, ji bo xizmetên civakî bê bikar anîn.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment