Monday, December 14, 2009

Em biryara Dadgehê nas nakin

Em biryara Dadgehê nas nakin
Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk û Parlementera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, li Amedê ji aliyê 10 hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Tugluk, diyar kir ku girtina DTP'ê ne rewa ye û ew vê biryarê nasnakin. Turk jî diyar kir ku ji bo wan li derve ango li parlementoyê ne girîng e, ji bo wan têkoşîna azadiya gelê kurd girîng e.

Hevserok û parlementerên DTP'ê, piştî bi balefirê hatin Amedê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyek mezin çûn ber avahiya DTP'ê ya Amedê ya berê. Hevserokê DTP'ê yê Berê Ahmet Turk û Parlementera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, li ber avahiya DTP'ê ya Amedê ya berê ji aliyê 10 hezaran kesî ve bi dirûşemyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Êrîş me têk nabin" hatin pêşwazîkirin. Li vir Ahmet Turk, û Aysel Tugluk axaftin kirin. Turk, di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo wan li parlementoyê an ne li parlementoyê ne ew qas girînge û ji bo wan tiştê girîng têkoşîna azadiya gelê kurd e. Di pêşwazîkirinê de Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê yê berê Firat Anli axaftinek kir û xwest her kes li parlementerên xwe xwedî derkevin. Anli, anî ziman ku ew biryara dadgehê nas nakin û li gel biryara dadgehê dîsa Tugluk û Turk vina wan û parlemenenterê wan e.

'Nêta dewletê ya aştî û çareseriyê tune'

Piştî Anli Parlementera DTP'ê ya Amedê ya ku hate girtin Prz Aysel Tuğluk, gotina Orhan Dogan a dawî bi bîr xist û got: "Wekî rahmetlî got, ji ber ku min aştî ji were neanî min efo bikin" Tugluk, bal kişand ser armanca xwe ya jiyanê û daxwazên xwe û wiha axivî: "Em bi zimanê xwe bi axivin. Em dixwazin hurmetê bidin nirxên me. Lê mixabin dewletê heta niha tu rûmet neda nirxên me. Kurên bi rûmet naxwazin. Ji kêfa me re jî tehamul nakin." Tugluk, bertekên li dijî kêfxweşiya pêşwazîkirina komên aştiyê ya Xabûre jî rexne kir û wiha dom kir: "Vî gelê yekem car zarokên xwe bi avayekî zindî û sax pêşwazî kirin. Ji ber vê yekê kêf û coşa wan pir bi wate bû. Lê mixabin ev yek jî tehamul nekiririn."
Tugluk, pirsa rojnamegran a di 2 sal û nivîna de we li parlementoyê çikir? jî bersivand û anî ziman ku wê di 2 sal û nivan de dît ku nêta dewletê ya pirsgirêka kurd çareser bike tune û wiha dom kir: "Me dît ku nêta dewletê ya aştî û çareseriyê tune. Lê dîsa heta dawî em dê têkoşîna aştiye bimeşînin. Ji bo aştî û demokrasiyê heta dawî em tê têbikoşin. Wekî din tu şensê me tune."

Tugluk, rexnedana xwe da û xwest ger ku şaşiyek û kêmasiyek wê çêbûbe gel wê efo bike. Bi efoxwestina Tugluk re bi hezaran kesî bi yek dengî got "Amed bi we rûmet dare" Tugluk jî soza tekoşînê da girseyê û destnişan kir ku ew dê xizmetkarê gelê xwe be. Tugluk axaftina xwe bi gotina "Dê rojek bê aştiyê bi ser bikeve."

'Em dê bi hev re vê têkoşînê bi domînin'

Piştre Hevserokê DTP'ê yê berê Ahmet Turk bi kurdî delegasyon silav kir û diyar kir ku wekî Tugluk axaftina xatirxwestinê nake. Turk diyar kir ku dê ji niha pêve jî her tim bi hev re têbikoşin û wiha got: "Em dê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo me rakirina paırlementeriyê, girtina partiyê girîng nîne. Tişta girîng têkoşîna azadiyê ya gel e. Ji niha pêve em dê li cihê mayîn têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin wekî mirovan û hemwelatiyên azad bijîn. Me di nav vê tarîtiyê de finda pê ketî û dilê me germ kirî girîng dît. destûr nedan ku ev find jî pê bikeve. Gotina Martîn Luther King a wekî 'Xwenek min heye' heye. Wekî Kînga xewna me ya azadiyê heye. Gelê kurd bi têkoşîna xwe dê vê xewne pêk bîne. Ji bo em laîqî gelê xwe bibin em dê têkoşîna xwe bi biryar bimeşînin. Ez naxwazin biryara Dadgeha Makezgonê nîqaş bikin lê bi yek dengiyê xwestin biryarê rewa bikin. Em mantiqê hiqûq û siyasetmedarên vî welatî baş dizanin. Ji bevê yekê em li benda tiştek cuda nebûn. Ji ber ku zimanê me qebûl nakin, daxwazên me nabînin. 11 kesan bi yek dengî biryarek hevpar girtine û xwestine biryarê rewa bikin. Lê niha sedî sedê Amedê dengê xwe bide em, ez dê bêjim li vir hîleyek heye, dîktadoriyek heye. Ji ber ku lazim e cudahî hebin. Ji ber vê bi yek dengî nayê wateya rewabûnê."

'Vî gelî bi hev nedin kuştin'

Turk helwesta komê ya li hemberî biryara girtinê jî bi bîr xist û spasiyaxwe kir û ev tişt gotin: "Em dê vê biryarbûnê bidomînin û îro biryara xwe zelal bikin. Ez daxwaza gel a aştiyê jî silav dikim. Em aştiyê diparêzin û dixwazin. Lê tenê daxwaz û hewildana me têrê nake. Ez bang li dewletê dikim. Em neçarin ji nûve bifikirin û biryar bidin. Ez bang li kurdan dikim. Lazim e em bi gelê kirt re vê aştiyê pêk bînin." Turk, Seyîd Riza jî bi bîr xist û cardin gotina wî ya wekî, "Eybe guneh e" dubare kir. Turk ev tişt gotin: "Manzeraye rojên dawî baş nîne. Hêviya hikûmetê ji derdorên neteweperest û faşîst heye. Bi vê feraseta nedeweperest, nijadperest û şoven gelan bi hev nedin kuştin. Pirsgirêka kurd û tirkan mezin e. Di çend rojan de nayê çareser kirin. Lazim e herkes li gorî vê nêzîk bibe." Turk herî dawî xwest ji bo aştiyê koma diyalog û aştiyê bê avakirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment