| 14/12/2009 |
| |
| Ji pêşwazîkirinê hind not… * Di tevahiya guzergeha rê ya 3 kîlometreyî de, ji ser banan û tevahiya balqonên malan li herdu aliyên kolanê de koma DTP'ê rastî eleqeya welatiyan a mezin hat. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan endamên komê. Wesayitan jî bi qorneyan, li dora bazara semtê bi dûrişmeyan piştgirî dan hatina komê. * Di tevahiya rêyê de, konvoya DTP'ê û bi 10 hezaran kesên bi wan re dihatin, eleqeyek mezin nîşanî parlementeran dan. Hind kesan ku hewl didan destê xwe bi wesayitê xin, hîn welatiyan jî dema meşê de rondikên çavan barandin. Ev rewş bû sedema hestiyariya DTP'yiyan. * Dema wesayita partiyê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê derbas bû, DTP'yiyan slav ji girtiyên siyasî re şandin. * Heta guzergaha rêyê, tevahî xwendekarên di dibistanan de, bi konvoyê re meşiyan û eleqeyek mezin nîşan dan. * Balkêş bû ku hind jin jê bi zarokên li pişta xwe, bi konvoyê re meşiyan. * Ji tevahiya avahiyan, renganeyên kesk, sor û ser hatin bilind kirin. * Balkêş bû dema Turk û heyeta li gel daketin balafirgehê saet 12.00 bû û wê demê ji balafirên şer rabûn. * Heta guzergaha rê li gelekî cihan tedbîrên ewlehiyê hatin girtin de, gelekî polîsan peywir girtin. * Derbarê eleqeya mezin de Ahmet Turk, hêstên xwe ku bi ajansa me re parvekir wiha got: "Vî gelê careke din ispat kir ku lazime ji bo vî gelî bedêl û têkoşîn bên dayîn. Ez gelekî hêstiyar bûm." * Hina jî zarokên xwe derxistin balqanan û zarokên biçûk ku tiliyên serkeftinê koma DTP'ê slav kirin, bûn sedema dîmenên rengdar. * Bi hatina koma DTP'ê, esnafan ji bo piştgiriyê bidin DTP'ê û beşdarî çalakiyê bibin, derabeyên xwe girtin. * Endamên Koma DTP'ê ya ku hate girtin, bi hatina Amedê, peyama "Me cihê çareseriyê Enqere dît, lê we qebûl nekir, dê Amed jî me himêz bike." dan. © Azadiya Welat |
| |
Tuesday, December 15, 2009
Amedê DTP hembêz kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment