| 15/12/2009 |
| |
| NEXWEŞIYA WÎ GIRAN DIBE Daxuyaniya Oktar bi riya malbata xwe dayî de bal kişand ser zordariyên li girtiyan tên kirin. Oktar di nameyê de ev tişt gotin: "Helwesta li hemberî nameyên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê ji min re şandî, cardin nîşan dide ku li gorî dewletê 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'. Li welatek ev rastî lê heyî hêvîkirina tiştekî din ji xwe li derveyî aqil e." Oktar ku ev 15 sale li girtîgehên cuda tê girtin. Oktar di sala 2008'an de bi nexweşiya çilmisîna pişê ket ku wekî Pnomotoraksê tê zanîn ket. Oktar ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Firata Elezîzê hate kirin, bi hinceta odeya tedawiya girtiyan tune ye cardin paşve hatibû şandin. Piştî nexweşiya Oktar giran bû cardin rakirin heman nexweşxaneyê û du caran tûp girêdan pişa wî. Ji ber ku şert û mercên girtîgehê giran in, nexweşiya Oktar hindî diçe xedartir dibe. ENQERE © Azadiya Welat |
| |
Tuesday, December 15, 2009
Nameya ÎHD'ê bi talûke hate dîtin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment