Tuesday, December 15, 2009

Nerazîbûnên gel berfireh dibin


15/12/2009

NAVENDA NÛÇEYAN – AMED
Nerazîbûnên li hemberî girtina DTP'ê berdewam dikin. Li Navçeya Ebexê ya Wanê, Navçeya Melazgira Mûşê, li Erzirom, Mêrdîn, Elezîz, Hatay û Agiriyê bi daxuyaniyan girtina DTP'ê bi tundî hate şermezarkirin.
Li navçeya Bazîdê ya Agirî bi hezaran kes, bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê, li ber avahiya DTP'ê ya berê kom bûn, heta Abîdeya Mafên Mirovan meşek pêk anîn. Li vir li ser navê girsê Serokê DTP'ê Zekî Çamlibel, daxuyanî da. Çamlibel, diyar kir ku her tim daxwazên kurdan ên aştiyê hatiye astengkirin û rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatine û destnîşan Ocalan hatiye desteserkirin û wiha got: "Li gel hemû astengiyan DTP hate girtin. Hewldanên AKP'ê li ser înkar û îmhaya kurdan hatiye avairin."
Piştî daxuyaniyê girsê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Nêzîkatiya Ocalan sedema şer û aştiyê ye" berz kirin û derst bi meşê kirin. Piştî girsê dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û panzeran mudaxaleyî girsê kirin. Girseyê jî bi keviran bersîv da polîsan û navçe veguherand qada şer. Her wiha dikandaran jî dikanên xwe venekirin û biryara der barê DTP’ê de protesto kir. Xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê, bi mebesta şermezarkirina girtina DTP'ê li navenda Agiriyê civiyan. Xwendekaran di nava tedbîrên ewelehiyê yên berfireh de li ber Rektoriyê daxuyanî dan çapameniyê.

LI EDENEYÊ ŞER
Li taxa Daglioglu ya Edeneyê jî girseyeke qelebalix a kurdistaniyan li hev civiya û girtina DTP’ê û girankirina şert û mercên Ocalan şermezar kir. Girseya ku bi dirûşmên ji bo Ocalan û DTP’ê xwest ber bi cadeye Bahçelîevlerê ve bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. Çalakgeran jî bi keviran bersiv da polîsan û demeke dirêj pêvçûnan dom kir.
Yek ji çalakiyên protestoyê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû. Li Çelê dikandaran bi heman armancê dikan venekirin. Li navçeya tevahiya dikanan hate girtin û xwediyên wesayîtan, derneketin trafîkê. Di nava rojê de jî çalakiya ji bo şermezarkirina girtina DTP’ê û girankirina tecrîda Ocalan pêk hat.
Bi armanca şermezarkirina DTP'ê li taxa Mahalebaşiyê ya Erziromê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya bi sedan kes beşdar bûne de pankartên, "DTP gel e gel li vir e", "Em jibo aştiyê ji jiyanê re amade ne" û "Kevokên aştiyê hêviya me hûn in" vekirin.

ÇALAKÎ GUR BÛN
Her wiha li Erdîşa Wanê jî bi armancê daxuyanî hate dayîn. Girseya pankarta, "Baz ji hêlînê firî azadî cardin liçiyan e" vekir, li ber avahiya DTP'ê ya berê hate cem hev. Li Ebexê jî bi heman armancê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk hat.
Li navçeya Depê ya Elezîze jî nêzî 150 kesî li Kolana Komarê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Platforma Demokrasiyê ya Mêrdîn jî, bi heman armancê li ber avahiya DTP'ê ya Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li gel nûnerên saziyên sivîl û civakî gelek kes amade bûn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa ÎHD ya Mêrdîn, Prz. Erdal Kuzu, diyar kir ku bi girtina DTP'ê re vîna siyasetê ya 2 milyon û 200 hezar kesî ji destê wan hatiye derxistin.
Endamê Hewldana Tevgêra Yekitiya Demokratîk (DBH) a Hatayê Prz Şukran Dag Cabîr jî daxuyaniyek bi nivîskî da. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Semra Berrak jî bi daxuyaniyek niviskî girtina DTP'ê şermezar kir.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment