| 15/12/2009 |
| |
| NAVENDA NÛÇEYAN - AMED Li navenda Colemêrgê bi boneya bûyerên ev 16 roj in didomin jiyan hate asta rawestiyanê. Li bajar bi rojan esnafan dikan venekirine û hewceyiyên wekî nan û avê bi zorê tên peydakirin. Navenda bajar û navçeyan wekî qada şer lê hatine. Li navenda Colemêrg û navçeyên Gever û Şemzînanê bi armanca şermezarkirina şert û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê ev 16 roj in çalakî bênavber didomin. Bi boneya mudahaleya dijwar a polîsan li bajar demek bêpevçûn derbas nabe. Bi beşdariya tîmên taybet û leşkeran polîs şîdetê zêde dikin. Bi zêdebûna leşker, polîs û tîmên taybet bajar wekî devera şerê taybet lê hatiye. Bêdengiya rayedar û hikûmetê ya li hemberî polîs û leşkerên bi dijwarî li gel dixin, berdewam dike. NAN Û AV PEYDA NABIN Li Colemêrgê û navçeyên Gever û Şemzînanê her dever vegeriyaye qada şer. Heta niha zêdeyî 100 kesan hatine binçavkirin û li malan jî birîndar hene. Esnafên bi armanca şermezarkirina helwest û şîdeta dewletê caran bi girtina dikanan caran jî bi venekirina dikanan nerazîbûna xwe tîne ziman. Esnafên ev 16 roj in nikarin kar bikin, rayedar şermezar kirin. Ji ber pevçûnên didomin, welatî bi zorakî hewceyiyên wekî nan û av peyda dikin. Ji ber girtina firinan ji tenûran nan tê peydakirin. Lê jinên li tenûran nan dipêjin jî rastî mudaxeleya polîsan tên. Jinan diyar kirin ku ji ber bombeyên gazê nikarin ji malên xwe jî derkevin û gelek caran mal jî rastî mudaxeleya polîsan tên. POLÎS ÊRIŞÎ MALAN DIKIN Welatiyên li malên xwe rûdinên jî rastî mudaxeleyê hatin. Di bûyerên di saetên sibê de dest pê dikin, heta derengî şevê didomin. Polîsên ava şidayî, cop, bombeyên gazê û panzeran li hemberî gel bikar tîne, heta niha bûne sedema şikandina camên bi sedan malan. Ji ber şikandina caman a bi bombeyên gazê heta niha 2 jê zarok 10 kes birîndar bûne. Esnafên kar nekirine, bêyî camên dikanên xwe yên hatine şikandin çêbikin, li malan rûdinên. Piraniya birîndaran ji bo neyên binçavkirin, naçin nexweşxaneyê. KOLAN QADA ŞER IN Ligel zêdebûna bûyeran jî Walîtiya Colemêrgê nûnerên saziyên civakî muxatab nagire. Her wiha rayedarên dewletê ji roja bûyeran dest pê kirine heta niha jî li hemberî şîdeta tê meşandin bêdeng in. Tiştê rayedar dikin tenê zêdetir şandina polîs, tîmên taybet û leşkeran a Colemêrgê ye. Walîtiyê heta niha tenê ji bo daxuyandina hejmara binçavkiriyan agahî dane çapemeniyê. Welatiyên 2 polîsên ketine nav destê ciwanan xilas kirin û şandin qereqolê, lê di heman saetê de li aliyê din ê bajar 20 polîsan bi hev re ciwanê kurd Mûsa Ayhan li ber kamerayan lînc kirin. Piştre Ayhan di nav xwînê de li wesayîta zirhî tê siwarkirin. Hêza xwe ji dîroka xwe digire Gelê Colemêrgê ligel gurbûna şerê azadiyê, tim bûye hedefa hêzên dewletê. Çiqas zext û zorî li ser gel hatibe meşandin jî gel ji berxwedana xwe tawîz nedaye û di her fersendê de serî hildaye. Ev wargehê ku di dîrokê de mazûvaniya serhildanên Şêx Ubeydulahê Nehrî, Serhildana Oremar, Serhildana Smaîl Axa û Serhildana Elkê kiriye ji salên 70’ê şûnde jî bûye palpişta hêzên têkoşer ên li çar parçeyên welat şerê azadiyê dimeşînin. Ji salên 80’yan şûnde jî hembêza xwe li ber Tevgera Azadiya Kurdistanê vekiriye. Di hilbijartinên 1999, 2004, 2007 û 2009’ê de bi rêjeyên rekor nûnerên xwe hilbijartin û li hemberî dewletê serhildana xwe taceser kir. Colemêrg û navçeyên wê ku bi hefteyan e li ser piyan e, hêza xwe ya bi kevneşopiya berxwedêriyê hatiye hebandin, ji bo tevahiyên bajarên Kurdistanê reflekseke mînak datîne holê û serkêşiyê dike. Piştî çalakiyên bi hefteyan cenaze teslîm girtin Di encama pevçûna di navbera 8-15'ê îlona 2009’ê de li Geliyê Qazanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê derketî de 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên endamên HPG'ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dihatin rawestandin. Malbatên gerîlayên ku ji bakurê Kurdistanê bûn cenazeyên şehîdên xwe girtibûn. Lê cenazeyên Hanîfe Alî û Kahraman Şêx Alî ji ber ku malbatên wan li bakurê Kurdistanê nedijîn cezaneyên wan nedihatin dayîn. Gelê Colemêrgê ji bo girtina cenazeyên şehîdan bi rojan li ser piyan ma û herî dawî di 24’ê îlonê de, dewlet mecbûr ma ku cenazeyên şehîdan radestî gel bike. Ev çalakiya gelê Colemêrgê di heman demê de ji bo lêxwedîderketina li şehîdan ji bo Kurdistanê bû mînak. Colemêrgiyên bi berxwedana xwe ya pîroz nehiştin cenazeyên gerîlayan li goristana bêkesan bêne definkirin. © Azadiya welat |
Tuesday, December 15, 2009
Li Colemêrgê berxwedana gel
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment