| 15/12/2009 |
| |
| Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, vekişîna DTP’ê ji parlamentoyê biryareke rast nirxand û biryar wekî encama durûtiya Hikûmeta AKP’ê nirxand û got: “Biryar bi hişmendiya cihêxwazî û hiqûqeke siyasî hatiye standin. Encama siyaseta sedsalê ya li dijî gelê kurd e, hiqûq li dijî gelê kurd hatiye afirandin û biryara girtina DTP’ê jî di heman çarçovê de ye.” Karayilan, pêşkeftinên dawî û girtina DTP’ê ji ajansa ANF’ê re nirxandin û bal kişande ser 3 planên desthialdariya AKP’ê ya li dijî gelê kurd û got: “Gava yekemîn a planê Tirkiyeyê, li dijî Serokatiya Gelê Kurd bû, gava duyemîn jî girtina DTP’ê bû, gava sêyemîn jî li dijî gerîla û jiholêrakirinê ye.” 3 PLANAN DIMEŞÎNIN Karayilan da zanîn ku girtina DTP’ê, di çarçoveya planekê de pêk hat û got: “Pêşengê vê planê jî desthilatdariya AKP’ê ye. Biryara parlamenterên DTP’î ya vegera nava gel jî di cihê xwe de ye. Dewleta dixwaze ku kurdan bi zorê, ji çek safî bike û pirsgirêkê çareser bike. Dewlet dixwaze ku pirsgirêkê bi çek çareser bike, ne em dixwazin.” Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, da zanîn ku ew pêvajoyê dişopînin û got: “Tehamula gelê kurd ji cenazeyên nû re nîn e. Di bin her hoy û mercan de, mafê parastina rewa heye. Gelê kurd jî wê vî mafê xwe bi kar bîne. Dijbeirya gelê kurd jî meşrû ye, kes nikare rexne bike.” Karayilan bang li ciwanan kir ku ji bo parastina rûmet û azadiya kurd, berê xwe bidin çiyan û tevlî nava refên gerîla bibin. Mafê tu ciwanê kurd, jin, mêr nîn e ku li hemberî pêvajoyê bêdeng bimîne. KUŞTINA KURDAN... Karayilan, da zanîn ku siyaseta dewleta Tirkiyeyê, ya li dijî gelê kurd encam nestandin, lewra desthilatdariya AKP’ê, bi şêwazên cûda û siyaseta nerm xwest bigihê encamekê û got: “Lê, siyaseta me ya aştîxwazî û rê girtina li ber lîstikan, dewlet û desthiladariya AKP’ê kire nava astengiyan. Desthilatdariya AKP’ê jî, ji desthilatdariyên berî xwe ne cûdatir bû û di encamê de, kuştina zarok û ciwanên kurd, operasyonên polîs û eskerî bi dijwarî dewam kirin. Di encamê de êrîşî îradeya gelê kurd kir.” Karayilan, gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, bi bîr xist ku DTP sûcdar kir û got: Erdogan, DTP’ê ji sedema ku navnîşana Îmraliyê detsnîşan kirin sûcdar kir. Ev tê wateya ku DTP hedef nîşan da. Ev nîşaniya wê ye ku, dewlet dixwaze bi destê AKP’ê, Tevgera Azadiya Kurd tesfiye bike. Li gorî hişmendiya sedsalî, kurdên qenc, kurdên kole ne. Lê kurdên îro koletiyê erê nake û nayên lîstikên siyasî.” 2 DARBE PÊK HATIN Karayilan guhastina cihê Rêber Apo wek darbeya 17’ê Mijdarê bi nav kir û biryara dadgeha Makeqanûnê jî wek, darbeya duyemîn ya li dijî gelê kurd pêk anîn û got: Biryar cotstandardî, siyaseta cihêxwazî û berdewama red û înkara dewletê ye. Armanca, têkbirina îradeya gelê kurd di pêgiha siyasî de ye. Karayilan diyar kir ku, DTP wek îradeya temsilî ya li parlamentoyê bi nav kir û got: “Dewletê li dijî vê îradeya siyasî darbe kir lewra girtina DTP’ê, dardekirina siyasî û komkujî ye. Vegera nava gel biryareke di cih de ye. Lê pêwist e rêveberiyên herêmî ne di nava vê biryarê de bin.” Karayilan, bi bîr xist ku dewleta tirk 30 sal in dixwaze ku Tevgera Azadiya Kurd tafsiye bike, lê sernakeve û got: “DTP’ê, ev rastî dianî ziman. Desthilatdariya AKP’ê, ev rastî wek gunehkarî derxiste pêş. Erdogan nabîne ku, kesên berî wî jî xwestin Tevgera Kurd tafsiye bikin, lê ew tesfiye bûn. Erdogan siyasetên erzan û biçûk dike. Lewra em dibêjin ku biryara girtina DTP’ê, li bal gelê kurd nayê qebûlkirin.” ÇALAKIYA TOKATÊ Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, li ser çalakiya Tokatê jî rawestiya û got: Ew her roj operasyonan li dar dixin û hevalên me şehîd dikin. Hinek kes û derdor, şehadeta ciwanên kurd nabînin, bûyera Tokatê wek êrîşeke cûda nîşan didin, ev ne duristî ye, bêwijdanî ye. Di pêvajoya bêçalakitiya haraketa me de, operasyonan bi dijwarî dewam kir û hevalên me hatin şehîdkirin. Em vê pirs bikin: “Gelo leşkerên tirk insan in, gerîla ne insan in? Di 4’ê kanûnê de hevalên me Zafer û Harun li Gabarê jî yek hevalê me şehîd ketin. Berî mehekê jî li Çelê 8 hevalên me şehîd ketin. Eger êrîş hebin, tu mecbûrî xwe biparêzî.” BÊBERSIV NAMÎNIN Karayilan, têkoşîna gelê kurd ya li dijî dijwarkirina şert û mercên Gelê Kurd û girtina DTP’ê silav kir û got: “Gelê me di têkoşîna li dijî van kiryarên êrîşkarî û tasfiyekirinê de mafdar e. Pêwist e ne dijberiya gelê kurd, êrîşkariya nijadperestî ya polîsan bê rexnekirin. Ciwanê kurd Aydin Erdem li Amedê hedef hate girtin. Bila baş bê zanîn ku milîsên gel wê bersiva polîsan di heman rengî de bidin.” Karayilan, herî dawî bang li ciwanên kurd jî kir û got, pêwist e tevahiya ciwanên kurd li dijî vê pêvajoya hesas di nava tevgerê de bin û bi awayekî rêxistinî dijberiya xwe nîşan bidin, dewleta tirk îradeya gelê me nas nake û dixwaze vê îradê bişîne. Pêwist e bêhtir ji her kesî ciwanên kurd, li îradeya gelê xwe û rûmeta gelê xwe xwedî derbikevin. Riya ciwanên kurd serê çiyan e û cih girtina di nava refên gerîla de ye. Divê ku her ciwanê kurd di vê pêvajoya dîrokî de binbarî û berpirsiyariya xwe ya li hemberî gelê xwe bîne cih. BEHDÎNAN © Azadiya Welat |
Tuesday, December 15, 2009
‘Biryara dadgehê ne meşrû ye’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment