Tuesday, December 15, 2009

Li Kopê di bûyeran de 2 kes hatin kuştin



15/12/2009

MÛŞ - Li navçeya Kopê ya Mûşê di bûyera ku bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê pêk hat û rastî mudaxaleya polîs û leşkeran hat de 2 kes bi guleyên rastîn hatin kuştin.

Li navçeya Kopê ya Mûşê girseya bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê li hev kom bûn rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyê gazê hat. Piştî bûyer li nava kolanan belav bû leşkeran jî piştgirî da polîsan û bi guleyên rastîn mudaxaleyî girseyê kirin. Di encama mudaxaleya bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastîn hatin bikaranîn de 2 kesên bi giranî birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerên ku her diçin geş dibin de girseyê Banga Zîraatê dan ber agir. Pevçûn didome

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment