| 15/12/2009 |
| |
| Turk: Xewneke me heye Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk û Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, li Amedê ji aliyê 10 hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Tugluk, diyar kir ku girtina DTP'ê ne rewa ye û ew vê biryarê nasnakin. Turk jî diyar kir ku ji bo wan li derve ango li parlamentoyê ne girîng e, ji bo wan têkoşîna azadiya gelê kurd girîng e. Hevserok û parlementerên DTP'ê, piştî bi balefirê hatin Amedê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyek mezin çûn ber avahiya DTP'ê ya Amedê ya berê. Hevserokê DTP'ê yê Berê Ahmet Turk û Parlementera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, li ber avahiya DTP'ê ya Amedê ya berê ji aliyê 10 hezaran kesî ve bi dirûşemyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Êrîş me têk nabin" hatin pêşwazîkirin. Li vir Ahmet Turk, û Aysel Tugluk axaftin kirin. Turk, di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo wan li parlementoyê an ne li parlementoyê ne ew qas girînge û ji bo wan tiştê girîng têkoşîna azadiya gelê kurd e. Di pêşwazîkirinê de Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê yê berê Firat Anli axaftinek kir û xwest her kes li parlementerên xwe xwedî derkevin. Anli, anî ziman ku ew biryara dadgehê nas nakin û li gel biryara dadgehê dîsa Tugluk û Turk vina wan û parlamenenterê wan e. AŞTIYÊ NAXWAZIN Piştî Anli Parlementera DTP'ê ya Amedê ya ku hate girtin Prz Aysel Tuğluk, gotina Orhan Dogan a dawî bi bîr xist û got: "Wekî rehmetî Orhan Dogan got, ji ber ku min aştî ji were neanî min efo bikin" Tugluk, bal kişand ser armanca xwe ya jiyanê û daxwazên xwe û wiha axivî: "Em bi zimanê xwe bi axivin. Em dixwazin hurmetê bidin nirxên me. Lê mixabin dewletê heta niha tu rûmet neda nirxên me. Kurên bi rûmet naxwazin. Ji kêfa me re jî tehamul nakin." Tugluk, bertekên li dijî kêfxweşiya pêşwazîkirina komên aştiyê ya Xabûre jî rexne kir û wiha dom kir: "Vî gelê yekem car zarokên xwe bi avayekî zindî û sax pêşwazî kirin. Ji ber vê yekê kêf û coşa wan pir bi wate bû. Lê mixabin ev yek jî tehamul nekiririn." Tugluk, pirsa rojnamegran a di 2 sal û nivîna de we li parlementoyê çikir? jî bersivand û anî ziman ku wê di 2 sal û nivan de dît ku nêta dewletê ya pirsgirêka kurd çareser bike tune û wiha dom kir: "Me dît ku nêta dewletê ya aştî û çareseriyê tune. Lê dîsa heta dawî em dê têkoşîna aştiye bimeşînin." TÊKOŞÎN DIDOME Piştre Hevserokê DTP'ê yê berê Ahmet Turk bi kurdî delegasyon silav kir û diyar kir ku wekî Tugluk axaftina xatirxwestinê nake. Turk diyar kir ku dê ji niha pêve jî her tim bi hev re têbikoşin û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo me rakirina paırlementeriyê, girtina partiyê girîng nîne. Tişta girîng têkoşîna azadiyê ya gel e. Ji niha pêve em dê li cihê mayîn têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin wekî mirovan û welatiyên azad bijîn. Me di nav vê tarîtiyê de finda pê ketî û dilê me germ kirî girîng dît. destûr nedan ku ev find jî pê bikeve. Gotina Martîn Luther King a wekî 'Xwenek min heye' heye. Wekî Kînga xewna me ya azadiyê heye. Gelê kurd bi têkoşîna xwe dê vê xewne pêk bîne. Ji bo em laîqî gelê xwe bibin em dê têkoşîna xwe bi biryar bimeşînin." Turk helwesta komê ya li hemberî biryara girtinê jî bi bîr xist û spasiyaxwe kir. Turk, Seyîd Riza jî bi bîr xist û cardin gotina wî ya wekî, "Eybe guneh e" dubare kir. AMED / DÎHA Amedê dilê xwe li ber vekir - Di tevahiya guzergeha rê ya 3 kîlometreyî de, ji ser banan û tevahiya balkonên malan li herdu aliyên kolanê de koma DTP'ê rastî eleqeya welatiyan a mezin hat. - Di tevahiya rêyê de, konvoya DTP'ê û bi 10 hezaran kesên bi wan re dihatin, eleqeyek mezin nîşanî parlementeran dan. - Dema wesayita partiyê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê derbas bû, DTP'yiyan slav ji girtiyên siyasî re şandin. - Heta guzergaha rêyê, tevahî xwendekarên di dibistanan de, bi konvoyê re meşiyan û eleqeyek mezin nîşan dan. - Balkêş bû ku hind jin jê bi zarokên li pişta xwe, bi konvoyê re meşiyan. - Ji tevahiya avahiyan, renganeyên kesk, sor û ser hatin bilind kirin. - Balkêş bû dema Turk û heyeta li gel daketin balafirgehê saet 12.00 bû û wê demê ji balafirên şer rabûn. - Heta guzergaha rê li gelekî cihan tedbîrên ewlehiyê hatin girtin de, gelekî polîsan peywir girtin. - Derbarê eleqeya mezin de Ahmet Turk, hêstên xwe ku bi ajansa me re parvekir wiha got: "Vî gelê careke din ispat kir ku lazime ji bo vî gelî bedêl û têkoşîn bên dayîn. Ez gelekî hêstiyar bûm." - Hina jî zarokên xwe derxistin balqanan û zarokên biçûk ku tiliyên serkeftinê koma DTP'ê slav kirin, bûn sedema dîmenên rengdar. - Bi hatina koma DTP'ê, esnafan ji bo piştgiriyê bidin DTP'ê û beşdarî çalakiyê bibin, derabeyên xwe girtin. - Endamên Koma DTP'ê ya ku hate girtin, bi hatina Amedê, peyama "Me cihê çareseriyê Enqere dît, lê we qebûl nekir, dê Amed jî me himêz bike." dan. - Piştî pêşwazîkirina hevserokên DTP'ê ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hate girti û parlementeran a li Amedê, girseya ku xwest bimeşe rastî mudexaleya polîsan a hişt hat. Di mudexaleyê de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. © Azadiya Welat |
Tuesday, December 15, 2009
Bi kelecana azadiyê hatin pêşwazîkirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment