Li Amed û Cizîrê tabela hatin guhertin
Li Amed û Navçeya Cizîrê ya Şirnexê, tabelayên DTP'a ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hate girtin, hatin daxistin, li cihên wê ya Partiya Demokrasî û Aşîtiyê (BDP) hatin daliqandin.
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê biryara girtina wê hate dayîn, li cihê tabelaya Rêxistina DTP'ê ya Amedê, tabelaya Partiya Demokrasî û Aşîtiyê (BDP) hate daliqandin.
Rêveberên Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Cizîrê ya berê, tabelaya DTP'ê daxistin û li şûna wê tabeleya BDP'ê daliqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê kurd, têkoşînek dem dirêj e û dê vê têkoşînê dê bi rûmetek mezin bimeşînin. Tunç, ji ber xebatên Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê ya hate girtin M. Şefîk Uçkan û rêveberên navçeyê jî spasiyên xwe kir û wiha got: "Bila bê zanîn ku hişmendiya neqebûlkirinê ya li hemberî siyaseta kurdan, dê rojekê cihê xwe yî yê di çopa dîrokê de bibîne. Bêyî ku em bêzar bibin û moralê xwe xerabikin, em dê bi bîrdoziyek mezin û bi bêriya welata demokratîk û azad dê bêhtir bixebitin."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment